Bi sedan kes ji bo Ayten Becet meşiyan 2019-03-23 18:50:15 STENBOL - Piştî polîsan êrîşî girseya li ber saziya tiba edlî ya li Yenîbosnayê ji bo cenazeyê Ayten Becetê sekinîbûn kir, bi sedan kes li Şîrînevlerê meşiyan.  Cenazeyê Ayten Becet ku li Girtîgeha Gebze ya Jina ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anî, li saziya tiba edlî ya Yenîbosnaya Stenbolê tê sekinandin. Piştî hat hînbûn cenae anîne Stenbolê bi sedan kes çûn ber saziya tiba edlî. Lê belê polîsan êrîşî girseyê kir. Di dema mudaxileyê de gelek kes hatin derbkirin û 4 kes jî hatin binçavkirin.    Piştî mudaxileyê girse ji ber saziya tiba edlî çû û li ber avahiya HDP'a Şîrînevlerê gihaştin hev û bi sedan kes meşiyan. Di dema meşê de dirûşmeya "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Zindanan" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.