Îlham Ehmed: Em niha kêliyên dîrokî dijînEbd Hamid El-Mehbaş: EV kêlî wê bi tîpên zêrîn li dîrokê bên nivîsîn 2019-03-23 18:13:22   DÊRA ZOR - QSD, li Heqil Omer a Dêra Zorê, bi merasimekê îlankirina tunekirina DAIŞ’ê aşkere kir. Îlham Ehmed serkeftina QSD‘ê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya gelê Sûriyê, hemû hêzên leşkerî yên ku li dijî terorê şer kirine û bi taybet li YPJ‘ê û Koalîsyona Navdewletî pîroz kir. Ebd Hamid El-Mehbaş jî anî ziman ku ev kêlî wê bi tîpên zêrîn li dîrokê bên nivîsîn   Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li gundê Baxozê ya bajaroka Hecîn a Dêra Zorê, bi operasyonên dawî yên li dijî DAIŞ’ê pêk anîn, hemleya xwe ya “Firtûneya Cizîrê” bi dawî kir.  Hêzên QSD’ê yên serketina hemû gelên cîhanê îlan kirin, bi koalîsyona navneteweyî re daxuyaniyek hevpar dan. Berî daxuyaniyê merasîma leşkerî pêk hat û merasîm bi sirûda “Ey Raqîb” dest pê kir. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, di daxuyaniya li Sehaye Petrolê ya Omer hat lidarxistin de axivî û wiha got: “Herî dawî li Baxozê jî dagirkeriya DAIŞ’ê bi dawî bû. Em îlan dikin ku DAIŞ êdî binketiye. Şerê Kobanê yê bûye sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê, di heman demê bû destpêka xelasbûna DAIŞ’ê û piştî 5 salan DAIŞ li qadê bi binkeftinek mezin têk çûye. Em 52 hezar kîlometre axa Sûriyeyê azad kiriye. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de me 11 hezar şervanên xwe winda kirin û 21 hezar şervanên me jî birîndar bûn. Em hemû şervanên xwe yên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr tînin û ji birîndaran re jî şîfa dixwazin.”    ÎLHAM AHMET: EM KÊLIYÊN DÎROKÎ DINIVÎSIN    Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Îlham Ehemd serkeftina QSD‘ê ya li dijî DAIŞ‘ê li tevahî gelê Sûriyê pîroz kir û got: "Ji bo tinkirina DAIŞ‘ê rizgarkirina erdîngariyekê tenê têrê nake, pêvajoya bê hîna girîngtir e. Dosayaya DAIŞ‘îyên girtî ku hejmara wan derdora 5 hezarî ne bi dawî nebûye, divê li dadgehên navdewletî werin darizandin."   Seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di merasîma serkeftina QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ‘ê ya li Heqil Umer de axivî. Îlham Ehmed serkeftina QSD‘ê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya gelê Sûriyê, hemû hêzên leşkerî yên ku li dijî terorê şer kirine û bi taybet li YPJ‘ê û Koalîsyona Navdewletî pîroz kir. Ilham Ehmed hemû şehîdên ku di oxira rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de canê xwe feda kirine, bi bîr anî. Îlham Ehmed got: "Em niha kêliyên dîrokî dijîn, dîrok dê vê bûyerê, fedekariya hêzên me yên leşkerî û keda gelê me yê welatparêz bi tîpên zêrîn binivîse.”    Îlham Ehmed axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hêzên me ev 5 sal in şerê vê nexweşiya ku welatê me parçe kiriye dike, bi kedeke mezin jiyana asayî û azadî vegeriya." Îlham Emed diyar kir ku hîn jî xeteriya DAIŞ’ê li herêmê bi dawî nebûye û wiha axivî: “Di vê kêliya ku têkçûna terorê tê ragihandin de, em dizanin ku hîna xeteriya wê li herêmên din ên Sûriyê heye. Em dibêjjin ku pêvajoya rizgarkirina erdîngariyê nayê wateya tinekirina terorê. Ji ber ku hîna hucreyên wê yên veşartî hene. Mertisiyên ji nû ve derketina DAIŞ’ê hene, heger bi rêya hêzên herêmî be anî jî bi rêya şaneyên veşartî be. Lew ra pêvajoya bê wê girantir be ji ber ku li hemberî şaneyên veşartî dê operasyon bêne lidarxistin. Her wiha divê dosyaya DAIŞ‘îyên girtî ku hejmara wan 5 hezar in were vekirin û bi rêya dadgeha navdewletî werin darizandin. Li aliyekî din jî malbatên wan ku hejmara wan zêdeyî 80 hezar kesin ji dosyayên bi girêk in divê were çareserkirin. Wekî Meclisa Sûriyeya Demokratîk em dibînin ku desteka navdewletî girînge divê berpirsyartiya xwe dewam bikin."   Seroka Meclisa Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed, bang li hêzên aktîv ên li ser erdê û civaka navdewletî kir ku beşarî çareserkirina siyasî ya aloziya Sûriyeyê bibin û roleke erênî ji bo vegerandina penaberan di çarçroveya proseyeke siyasî de bilîzin.”   Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Em bi hêvî ne ku pêngava serkeftinê gavekeke mezin ber bi aştiyê ve be. Carekeke din em dûbare dikin ku pêvajoya siyasî bêyî beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser wê bi sernekeve."   WÎLLÎAM BOBAX: XEBATÊN ME YÊN TUNEKIRINA DAIŞ`Ê DIDOMIN    Nûnerê DYA’yê yê li dijî DAIŞ`ê William Robak têkçûna DAIŞ`ê pîroz kir û îşaret bi rola şervanên QSD`ê di tunekirina DAIŞ`ê de kir û tekez kir ku xebatên wan li dijî çeteyên DAIŞ`ê didomin. William Robak di merasîma ragihandina tunekirina DAIŞ`ê de ku li Heqil Umer ê Dêrazorê tê lidarxistin, axivî. Robak di destpêkê de bixêrhatina beşdaran kir û wiha anî ziman: "Dixwazim li şûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxuyaniyekê bidim. Em ji gelê Sûriyê re radigîhin ku DAIŞ`ê têk çû û herêmên di bin dagirkeriya wan de hatin rizgarkirin. Rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê stratejiyeke mezin da koalîsyonê û hevalbendên wê."   Robak destnîşan kir ku DYA`yê ji nava 59 dewletên di nava Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê de bi rola xwe serbilind e û wiha anî ziman: "Heger ne ji hevalbenên me li Sûriyê bûya û berdelên ku gelê Sûriyê dan, me nikaribû DAIŞ tune bikira." Robak di axaftina xwe de wiha got:"Em berdelên QSD`ê û hêzên ewlekariyê yên Iraqê ji bo serkeftinê pîroz dikin û em sersaxiyê ji malbatên hemû şehîdan re dixwazin." Robak diyar kir ku DAIŞ têk çû, lê xebatên wan ji bo tunekirina wan bi temamî didomin û wiha pê de çû: "Em ji detspêkê ve zelal in. Em ê destekê bidin xebatên koalîsyonê ji bo tunekirina DAIŞ`ê. Serok Trump got em ê her tiştê pêwîst li Sûriyê bikin." Di dawiyê de Robak wiha got:"Em destekê didin biryara 2254’an da ku çareseriyeke siyasî li Sûriyê çêbe."     EBD HAMÎD EL-MEHBAŞ: EV KÊLÎ DÊ BI TÎPÊN ZÊRÎN LI DÎROKÊ BÊ NIVÎSÎN    Ebd Hamid El-Mehbaş da zanîn ku şerê Kobanê bû bingeha rizgarkirina tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. El-Mehbaş anî ziman ku hêja ye ku navê QSD’ê bikin hêzên aştiyê. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê  Sûriyê Ebd Hamid El-Mehbaş di merasîma ragihandina tunekirina DAIŞ`ê de axivî, serkeftin pîroz kir û wiha got: “Ev roj ji bo gelê Sûriyê û tevahiya cîhanê rojeke dîrokî ye. Wê dîrok van kêliyan bi tîpên zêrîn binivîse ku ew jî ragihandina serkeftinê û rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê bû.”   El-Mehbaş wiha got: “Hêzên Sûriya Demokratîk erka xwe bi awayekî serkeftî bi cih anî.  Ev hêzên hêja ne ku em wan wek hêzên aştî û mirovahiyê bi nav bikin.” El-Mebhaş da zanîn ku DAIŞ`ê erdnîgariyeke berfireh ji axa Sûriyê ji Reqa, Tebqa, Girê Spî û heta sînorê Şamê li kampa Yermûk, herêmên nêzî Siwêdayê û sînorê bi Tirkiyê re kontrol kirin û wekî nexweşiya penceşêrê belav bû û wiha dewam kir: “Lê dermanê vê nexweşiyê li Kobanê dest pê kir. Şervanên YPG û YPJ`ê dest bi şerê pêşîgirtina berfirehbûna terorê kir.” El-Mehbaş di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Rêveberiyên Xweser û sivîl li hemû herêmên rizgarkirî hatin avakirin. Ev rêveberî bûn bersiv ji pêvajoyê re û destek da şêniyan û tevî derfetên kêm pêwîstiyên koçerban bi cih anîn.”