Malbat wê cenazeyê keça xwe Ayten Beçet li Dîlokê defin bikin 2019-03-23 17:43:21 STENBOL - Malbata Beçet a keça wan Ayten Beçet li Girigeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, wê sibê li Dîlokê defin bikin. Polîsan mudaxaleyî girseya li ber Saziya Tipa Edlî kom bûbûn kir.    Malbata Beçet a keça wan Ayten Beçet li Girigeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, wê sibê li Dîlokê defin bikin. Polîsan mudaxaleyî girseya ji bo cenazeyê Beçet wergirin li ber Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosna kom bûn, kir. Polîsên di mudaxaleyê de du kes binçavkirin. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Musa Piroglu, Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir û gelek kesên din derbasi ATK'ê bûn.    WÊ SIBÊ LI STENBOLE MERASIMÊ PÊK BÎNIN   Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr li ber ATK'ê daxuyanî da û wiha got: "Serê sibe saet di 09.00'an de cenaze ji Girtigeha Jinan a Gebze derxistin û anîn saziya Tipa Edlî. Malbat wê bi xwe cenazeyê keça xwe bigirin. Piştî malbat û xizmên Beçet hat wê cenaze wergirin. Li ser daxwaza malbatê em dê merasima cenaze li Stenbolê pêk bînin." Pişti daxuyaniyê komê dirûşmeya “Şehit namirin”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Biji Serok Apo” berz kirin û polîsan mudaxale kir. Polisan gelek kes derb kir û 4 kes binçav kirin. Polîsan Muhammet Erkmen, Şiar Kesen, Çetin Demir, Marif Alparslan binçav kirin û birin Qereqola 75. Yil  a Yenîbosnayê.    Malbat piştî cenaze bigirin û merasimê pêk bînin dê bibin li Dîlokê defin bikin. Malbata ku ji Dîlokê ketin rê, li bendê ye ku sibê bên Stenbolê. Malpat piştî kar û barê fermî bikin dê cenaze bibin li Dîlokê defin bikin.