Polîsan mudaxileyî girseaya ji bo Beçet li ber Saziya Tipa Edlî kom bûn kir 2019-03-23 16:40:32   STENBOL - Polîsan mudaxileyî girseya ji bo Ayten Beçet a ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan dayî li jiyana xwe anî li ber Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosna kom bûn kir.    Polîsan mudaxileyî girseya ji bo Ayten Beçet a ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê dayî li jiyana xwe anî, li ber Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosna ya cenazeyê Beçet li wir tê girtin kom bûn, kir. Polîsên mudaxileyê girseyê kirin, du kes binçavkirin û girse ji qadê dûr kirin.    Li bendêye ku girse kêliyên pêş de daxuyaniyekê bide.