Li Osmaniyê pîrozbahiya Newrozê: Em tecrîdê rakin 2019-03-23 16:25:38   OSMANIYE - Rêxistina HDP'êya Osmaniye bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz, bal kişand ser çalakiya Ayten Beçet a li Girtigeha Gebze jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Em dibêjin êdî bibînin. Êdî li hemberî derketina cenazeyan a li girtîgehan bêdeng nemîn û teacrîdê rakin.    Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Osmaniye bi dirûşmeya "Teqez em ê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" li taxa Yunus Emre Newroz pîroz kir. Ji 7 salî heta 70 salî bi sedan welatî barîkata polîsan derbas kir û piştî lêgerîna 2 nokteyên cuda derbasî qadê bûn. Bi sedan kesên derbasî qada Newrozê bûn alên HDP'ê bilind kirin. Jin bi cilên xwe yên neteweyî ketin qadê û qad xemilandin. Bi sedan welatiyên ketin qadê li dora muzîkê govend geran.  Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz û jinan agirê Newrozê pêxist. Pekgoz polîtikayên AKP'ê rexne kir û wiha got: "AKP'ê Tirkiye xistiye nava teynan. Hemû aboriya Tirkiye li şer xerç dike. Em dixwazin AKP dawî li polîtikaya şer bîne. Hevseroka KCD'ê Leyla  Guven ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe 136 rojin di grevê de ye. Dîsa Ayten Beçet ji bo tecrîd bi dawî bibe li Girtigeha Jinan a Gebze çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî. Em naxwazin êdi darbest ji girtîehan derkevin. Em dibêjin êdî bibînin. Êdî li hemberî derketina cenazeyan a li girtîgehan bêdeng nemîn û teacrîdê rakin."