QSD’ê bi sirûda ‘Ey Raqîb’ xelaskirina DAIŞ’ê îlan kir 2019-03-23 16:21:24   DÊRA ZOR - QSD, li Heqil Omer a Dêra Zorê, daxuyaniya xelaskirina DAIŞ’ê dide. Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî 11 hezar şervanên jiyana xwe ji dest dayîn bibîr anîn û diyar kir ku sedema serkeftina wan li hemgerî DAIŞ’ê, nêzîkatiyên wan ên netewa demokratîk, azadiya jinê, jiyana hevpar û yekitiya gelan bû.     Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li gundê Baxozê ya bajaroka Hecîn a Dêra Zorê, bi operasyonên dawî yên li dijî DAIŞ’ê pêk anîn, hemleya xwe ya “Firtûneya Cizîrê” bi dawî kir.     Hêzên QSD’ê yên serketina hemû gelên cîhanê îlan kirin, bi koalîsyona navneteweyî re daxuyaniyek hevpar didin. Berî daxuyaniyê merasîma leşkerî pêk hat û merasîm bi sirûda “Ey Raqîb” dest pê kir.   Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, di daxuyaniya li Sehaye Petrolê ya Omer hat lidarxistin de axivî û wiha got: “Herî dawî li Baxozê jî dagirkeriya DAIŞ’ê bi dawî bû. Em îlan dikin ku DAIŞ êdî binketiye. Şerê Kobanê yê bûye sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê, di heman demê bû destpêka xelasbûna DAIŞ’ê û piştî 5 salan DAIŞ li qadê bi binkeftinek mezin têk çûye. Em 52 hezar kîlometre axa Sûriyeyê azad kiriye. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de me 11 hezar şervanên xwe winda kirin û 21 hezar şervanên me jî birîndar bûn. Em hemû şervanên xwe yên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr tînin û ji birîndaran re jî şîfa dixwazin.”    Ebdî, ragihand ku wan di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de dest bi pêgavek nû kirine û wiha bilêv kir: “Hîna jî hucreyên razayî yên DAIŞ’ê hene û ev bixwe gefan tîne. Lê li dijî vê yekê jî dê têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê berdewam bike.”   Ebdî, diyar kir ku sedema her mezin a serkeftina wan a li dijî DAIŞ’ê, nêzîkatiyên wan ên netewa demokratîk, azadiya jinan, jiyana hevpar, yekitiya gelan û ji gelek welatên cuda şervan û enternasyonalîst hatin, mil dan milê wan û li dijî DAIŞ’ê şer kirin, bû.