Malbata Erden ên hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-03-23 15:07:37   ÊLIH - Ferdên malbata Erden û mêvanê wan Mehmet Yildirim ên di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li taxa Korîk a Êlihê, polîsan di 20’ê Adarê de bi ser mala malbata Erden de girtin û hemû ferdên malbatê binçav kiribûn. Polîsan bi hinceta “îxbar heye” bi ser malê de girtibûn bav Reşît , zarokên malbatê Halîl, Mahsûm, Adil, Sonya û Emîne Erden û mêvanê wan endamê Meclîsa Ciwanên HDP’Ê Mehmet Yildirim binçav kiribûn.    Piştî lêpirsîna malbata Erden û Mehmet Yildirim ên li Midûriyeta Polîsan bi dawî bûn, sewqî edliyê hatin kirin. Bav Reşît, zarokên malbatê Halîl, Mahsûm, Adîl û Sonya Erden piştî îfade dan dozger hatin berdan. Dozger Emîn Erden û Mehmet Yildirim jî, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin.    Erden û Yildirim ên bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.