Xizmên windayan: Daxwazên çalakgerên grevê pêk bînin 2019-03-23 14:43:47 AMED / ÊLIH – Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên şemiyê berdewam kirin. Xizmen windayan di çalakiyan de ji rayedaran xwestin daxwazên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê pêk bînin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 528’an de çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan ji ber ku parka Koşuyolu li wan hatiye qedexekirin li avahiya Şaxa îHD'ê ya Amedê pêk anîn. Xizmên windayan dîsa pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin ku wêneyên windayan li ser heye vekirin û wêneyên windayan û qurnefil xistin destê xwe. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Adnan Orhan, bal kişan ser çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Çalakiya ku hevseroka KCD'ê Leyla Guven 136 roj berê dest pê kir, piştî 1'ê Îlonê li hemû girtîgehan belav bûye. Em bang li rayedaran dikin ku daxwazên girtiyan bi lez pêk bînin."    Orhan, anî ziman ku 29 hefte ye qada Parka Koşuyolu li wan hatiye qedexekirin û wiha got: "Çalakî bi xweşiya hin kesan naçe. Ev wêne hin kesan pir zêde bêzar dike. Ji ber ku ditirsin li çavê xizmên windayan binerin. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi hefteyan e bang dikin.    Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Prz. Hasan Yalçin jî çîroka Naîf Demîr ê di 6'ê Adara 1995'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê esker û serbazê Fermandariya Cendirmeyan a Çelê revandin û bi têlê fetisandin vegot. Yalçin, anî ziman ku malbata Demir li Gundê Zavitê yê Çelê dijîn û wiha got: "Naîf Demîr wê demê bi Fermandarê Boluka Cendirmeyan a Çelê Bedrettin Kutuk re bazirganiya çekan a herêma Federal a Kurdistanê dikin. Piştre para Naif Demir nadin. Demir piştî bi israr pereyê xwe dixwaze, Serbaz Bedrettin Kutuk, di 6'ê Adara 1995'an de li Qereqolê li gel Serbaz Metin Koç  bi têlê fetisandin û dawî li jiyana wî anîn. Piştre avêtin çemê Zapê yê 7-8 kilometre dûrî wê. " Yalçin, da zanîn ku hemû hewldanên malbata Demir bê encma ma. Çalakiya li ÎHD'ê bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawi bû.    ÊLIH    Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan ji ber kolana Gulistanê hatiye qedexekirin çalakiya xwe di hefteya 434'an de li avahiya ÎHD'ê berdewam kirin. Xizmên windayan, parazvanên mafên mirovan û Endamên OHD'ê tev li çalakiyê bûn. Malbatan di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Deniz Rumeysa Kaya daxuyanî da û xwest daxwazên çalakgerên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê pêk bê. Rumeysa Kaya ji malbata Zulkuf Gezen re sersaxî xwest.    AHMET BÎÇÎMLÎ JI SALA 1994’AN VE WINDA YE   Kaya, piştre çîroka Ahmet Biçimlî yê di 20'ê Îlona 1994'an de li Farqînê hat windakirin xwend. Kaya, destnîşan kir ku Biçimli ji aliyê JİTEM'ê ve rastî gefan hat û piştre hat windakirin û ji 1994'an ve agahî jê nayên girtin.