ÎHD’a Îzmîrê: Faîlên Hasan Ocak pirsî 2019-03-23 14:38:27   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan, di çalakiya vê hefteyê de faîlên Hasan Ocak ê di 23’yê Adara 1995’an de li Avcilara Stenbolê hat binçavkirin û dûre hat qetilkirin pirsî.   Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên windayan di hefteya 471'emîn de bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konakê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya TUHAYDER û gelek nûnêr saziyên civakî beşdarî çalakiyê bûn.  Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” hat vekirin û rêveberê Şaxa ÎHD’ê Caner Canli daxuyanî da.    Canli, diyar kir ku ji ber ku hikumeta tuneye, pergala darazê jî tuneye û edalet nayê bi cih anîn. Canli, faîlên Hasan Ocak ê di 23’yê Adara 1995’an de li Avcilara Stenbolê hat binçavkirin û dûre hat qetilkirin pirsî û wiha axivî: “24 sal bi ser qetilkirina Hasan Ocak re derbas bû. Bi destê darazê dosyeya Ocalan hat girtin. Lê emê heta dawiyê şopdarî doza Ocak bin.”   Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.