Parêzerên OHD li Girtîgeha Mereşê hevdîtin bi girtiyan kir 2019-03-23 14:07:59 MEREŞ - Parêzerên OHD, li Girtîgeha Turkoglu ya Mereşê, hevdîtin bi girtiyên di dema sewqê de li girtîgehê rastî tundiyê hatin, kirin hucreyan, vîtamînên pêwîst nadin wan û rastî zextên gardiyanan tên re hevdîtin pêk anîn.   Girtî Azîz Yalçin, Ramazan Sebûktekîn, Haci Sîncar, Alî Delabak, Alî Emîrhanî û Hikmet Çalakan ên di 1 Adarê de û Ozkan Kart ê di 5’ê Çile de li Girtîgeha Tîpa T a Bunyan a Qeyserî bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi grevên birçîbûnê kirin, di 10’ê Adarê de sîrgûnê Girtîgeha Tîpa T a Turkoglû ya Mereşê hatin kirin.   Di dema sewqê de, leşkeran girtî derp kiribûn û di ketina girtîgehê de jî lêgerîna tazî li ser wan hatibû ferz kirin. Lê ji ber ku girtiyan ev pêkanîn qebûl nekiribûn, gardiyenan bi darê zorê kincên wan ji wan kiribûn. Girtiyan bi rêya malbatên xwe agahî şandibûn û piştgiriya hiqûqî xwestibûn. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) di Dûşema çûyî de çûn girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin kirin.    ‘EM DERP KIRIN Û BI ERDÊ RE KAŞ KIRI’   Parêzer Sînan Taştekîn derbarê hevdîtinê de agahî da û wiha got: “Di dema sewqî de girtî 4 saetan di ringê de rawestandine. Li girtîgeha Turkoglu ya Mereşê lêgerîna tazî ferzî girtiyan kirine. Ligel ku girtiyan gotine ev binpêkirina mafane jî, gardiyenan bi lêdan û darê zorê cilên girtiyan ji wan kirine. Dema girtî birine qawîşan jî, di rêzekê de birine û ji wan re gotin li çep û rastê xwe mêze nekin û nîzama leşkerî ferzî wan kirine. Dîsan di hucreyên yek kesî de 3 girtî bicih kirine û daxwaza girtiyan a di heman qawîşê de bimînin jî red kirine.”   VÎTAMÎNÊN PÊWÎST NADIN WAN   Taştekîn, da zanîn ku li girtîgehê vîtamînên pêwîst nadin girtiyan û wiha bilêv kir: “Taştekîn, Azîz Yalçin, Ramazan Sebuktekîn, Haci Sîncar, Alî Delabak, Alî Emîrhanî, Hîkmet Çalakan ên di 1’ê Adarê ve û Ozkan Kart ê ji 5’ê Çile ve di greva birçîbûnê dene, vîtamînên pêwîst nadin wan. Rewşa tenduristiya Ozakan Kart jî pir nebaşe û bi awayekê pergalî nayê kontrolkirin.”    ‘RAYEDARÊN GIRTÎGEHÊ ÎDÎA RED KIRIN’   Taştekîn, da zanîn ku wan bi rêyedarên girtîgehê re jî hevdîtinek kurt kirin û wiha dawî li  axaftina xwe anî: “Midûrê girtîgehê îdîa red kirin û got nûçeyên derbarê girtîgehê de hatine çêkirin jî ne rastin. Li girtîgehê me bi 7 girtiyan re  hevdîtin pêk anî. Emê vê  hevdîtinê bikin rapor û ji raya giştî re eşkere bikin.