Malbata Ayten Beçet a dawî li jiyana xwe anî ber bi Stenbolê ketin rê 2019-03-23 13:34:11   KOCAELÎ – Malbata Ayten Beçet a 24 salî ya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalana dawî li jiyana xwe anî, ber bi Stenbolê ketin rê. Hat diyar kirin ku Beçet a 6 sal girtîbû, serê sibê di saet 05.00’an de dawî li jiyana xwe aniye.    Girtiya siyasî Ayten Beçet, li Girtîgeha Jinan a Sergirtî ya Gebze ji bo şermezarkirina tecrîda li ser  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serê sibê dawî li jiyana xwe anî. Bavê Ayten Beçet a eslê xwe ji Sêrtê ye û li Dîlokê hatiye dinê Sabrî Beçet, diyar kir ku cenazeyê keça wî li Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosna tê girtin.    6 SAL DI GIRTÎGEHÊ DEBÛ   Bav Beçet, da zanîn ku keça wî Ayten Beçet 24 salîye û 6 salin girtiye. Beçet, di sala 2012'an de li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edenê hat darizandin û bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" 9 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birin.    CENAZE DÊ BIBIN DÎLOKÊ   Malbata Beçet jî Dîlokê bi rêya bejahî ber bi Stenbolê ketin rê û li bendêye serê sibê bigihin Stenbolê. Piştî kar û barên cenazeyê, li bendê ye sibe cenazeyê Beçet bibin Dîlokê.   Miduriyeta Polîsan, li malbatê geriyan û ji wan xwest ku wêrisê mirinê bidin û cenaze nemîne heta roja Duşemê. Malbatê li ser vê yekê li xizmên xwe yên Stenbolê geriyan û ji wan xwestin ku wêrisê mirinê nedin. Xizmên malbatê bi rêveberên ÎHD û parêzeran re dê biçin ber Saziya Tipa Edlî ya Yenîbosna û de wêrîsê mirinê bidin.”   Li aliyê din di 17’ê Adarê de jî Zulkuf Gezen ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Tekîrdagê dawî li jiyana xwe anîbû û li Goristana Yenîkoy a Amedê hatibû definkirin.    Di heman demê de Ûgûr Şakar jî, li Bajarê Krefeld ê Elmanya di 20'ê Sibatê de li ber dadgehê agir berda bedena xwe û di 22'yê Adarê de li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.