'Em qêrîna berxwedanê li Stenbolê bilind bikin' 2019-03-23 12:50:04 STENBOL - Hevseroka SODAP'ê Kesbaz Konukçu bang li gelê Stenbolê kir ku tev li Newroza sibê li Qada Pazarê ya Bakirkoy pîroz bikin û wiha got: "Divê em qêrîna berxwedanê li Stenbolê bilind bikin. Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce jî xwest ku li Qada Newrozê ruhekî mezin ê berxwedanê nişan bidin û dawî li vê rêveçûna xerab bigirin.  Gelek partiyên siyasi dê sibê li Qada Pazarê ya Bakirkoy a Stenbolê bi diruşmeya “Teqez em ê bi ser bikevin, tecridê bişkînin" saet di 12.00’an de Newrozê pîroz bikin. Xebatên ji bo pîrozbahiya Newrozê bi hemû lez û beziya xwe berdewam dike. Bangên tevlêbûna Newrozê jî berdewam dikin.    Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalist (SODAP) Kezban Konukçu û Hevseroka Giştî ya Partiya Ji Nuve Avakirina Sosyalist (SYKP) Canan Yuce bang li gelê Stenbolê kirin û xwestin tev li Newroza Stenbolê bibin.  Hevseroka SODAP'ê Kesbaz Konukçu bang li gelê Stenbolê kir ku tev li Newroza sibê li Qada Pazarê ya Bakirkoy pîroz bikin.  Konukçu, anî ziman ku Newroz li dijî zilm û zordariyê berxwedan e û wiha got: "Divê em qêrîna berxwedanê li Stenbolê bilind bikin. Em dê bi coşek mezin li Stenbolê Newrozê pîroz bikin. Em hêî dikin ku Newroza Stenbolê jî bi qasî Newroza Amedê bi coş û heybet be."     Konukçu, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  û wiha lê zêde kir: "Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 136 rojin li dijî tecrîdê di grevê de ye. Divê em deng û qerîna Leyla Guven di Newroza Stenbolê de bilintir bikin. Tenê Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nehatiye tecrîdkirin. Hemû Tirkiye tecrîdkirî ye. Ji ber vê yekê divê em hemû bi hevre li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin. "    'EM DI NEWROZÊ DE SEKNEK XURT NÎŞAN BIDIN'   Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce jî xwest ku li Qada Newrozê ruhekî mezin ê berxwedanê nişan bidin û dawî li vê rêveçûna xerab bigirin. Yuce, xwest hemû gelên li Stenbolê ji bo aştî, demokrasî û azadiyê di 24'ê Adarê de dakevin qada Newrozê û wiha got: "Divê em li dijî faşîzma li Tirkiye pêş dikeve rawestin. “Newroz roja ku hemû gelê Rojhilat  têkoşîna azadiyê dide ye. Ji ber vê yekê divê em li dijî sûcê mirovahiye ku li Tirkiye pêş dikeve rawestin û bibin kesên bedena xwe dane ber birçîbûnê divê em tev bibin yek û bi hevre dengê xwe bilind bikin. Divê em li dijî tecrîdê bibin dengê çalakgerên di greva birçîbûnê de. Ger ku em bi hevre seknek xurt di Newrozê de nîşan bidin em dê vê rêveçûnê rawestînin."