Polîsan li Cizîrê gelek siyasetmedar binçav kirin 2019-03-23 12:13:02 ŞIRNEX - Polisan li navçeay Cizîrê bi ser gelek malan de girt û Şaredarê Cizîrê yê berê Aydin Budak jî di navde herî kêm 5 siyasetmedar binçav kirin.  Polîsan li navçeya Cizirê ya Şirnexê şevê din bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Namzetê Meclîsa Giştî ya Bajar ê HDP'ê Ali Akdeniz, Şaredarê Cizîrê yê berê Aydin Budak, Rêveberê HDP'ê yê Cizîrê Huseyin Yigit, Abdurrahim Ugan û Mustafa Çomlek  binçav kirin. 5 kesên sedema binçavkrina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê. Çavkaniyên heremî diyar kirin ku polîsan bi ser gelek malan de girtiye û dibe hêjmara kesên hatibin binçavkirin zêdetir bin.