Girtiya siyasî Ayten Beçet tecrîd şermezar kir û jiyana xwe ji dest da 2019-03-23 12:04:30   KOCAELÎ – Girtiya siyasî Ayten Beçet a li Girtîgeha Jinan a Gebze tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û çalakî pêk anî jiyana xwe ij dest da. Girtiya siyasî Ayten Beçet, şevê din li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Gebze tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û çalakî pêk anî. Beçet a çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wê serê sibê bi maşineya cenaze ji girtîgehê derxistin. Piştî agahî belav bû, parezer çûn ber girtîgehê. Rayedarên girtîgehê ji parêzeran re got ku Beçet xwe darvekiriye û dawî li jiyana xwe anîye. Nehat zanîn ku cenazeyê Beçet birin ku.    Di 17'e Adarê de jî girtiyê siyasî Zulkuf Gezen li Girtîgeha Tipa F-2 a Tekirdagê bi armanca tecrîdê şermezar bike dawî li jiyana xwe anîbû. Cenazeyê Zulkuf Gezen li Goristana Yenîkoy a Amedê bi awayekî korsan hatibû defin kirin.