Mizrakli: Serkeftina 31'ê Adarê ji Newrozê de diyar e 2019-03-23 10:14:07   AMED - Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçuk Mizrakli, bal kişand ser coş û serkeftina Newrozê û wiha got: "Ger ku Newroz Çarşem be, 31'ê Adarê jî Pêncşem e. Serkeftina 31'ê Adarê ji Newrozê de diyar e."   Gelê Kurd îsal bi dirûşmeya “Teqez emê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" bi tevlêbûna milyonan di 21'ê Adarê de li Wan, Êlih, Amed, Agirî, Gever, Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Edene, Mêrsîn û gelek bajarên din Newroz pîroz kir. Li Amedê bi tevlêbûna sed hezaran Newroz pîroz kirin. Gelê amedê tecrîd şermezar kir û piştgirî da çalakgerên li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê. Gel piştgirî da çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 136 rojin di grevê de ye û banga yekîtiya gelê kurd kir.    ‘KES NIKARE LI DIJÎ GEL TÊBIKOŞE'   Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Amedê Selçuk Mızrakli, anî ziman ku li Amedê bi sed hezaran gel daket qadan û ji xeynê wê li 27 navendan bi tevlêbûna mîlyonan Newroz pîroz kirin. Mizrakli, destnîşan kir ku tu kes nikare li dijî gelan têbikoşe. Bêyî vîna gel polîtîka bi ser nakevin. Gel li qadên Newrozê carek din helwest û sekna xwe nîşan da. Biryara xwe aşkere kir. Li ser axa kurdan tevlêbunek pir xurt û bi biryar hebû. Nerazîbûnên xwe yên li dijî qeyûm, tecrîd û polîtikaya înkarê anî ziman. Gel got ez li dijî vê polîtikayê heme. Bi milyonan kurd hatin cem hev û gotin 'Ez heme."    Mizrakli destnîşan kir ku di her Newrozê de hêza siyaseta kurd tê xuyakirin û wiha got: "Hin kes dê bixwazin dîroka hilbijartinên herêmî biguherîne. Di her Newrozê de hezea siyasî ya HDP'ê aşkere dibe. Ji ber vê yekê em dibêjin ger ku Newroz Çarşem be, Hilbijartina 31'ê Adarê jî dê pêncşem be. Serkeftin û biryara Newrozê rewşa hilbijartinê jî diyar dike. Di hilbijartina 2014'an de ji aliyê milyonan ve hat pîrozkirin. Piştre hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de piraniya şaredariyên herêmê ketin destê HDP’ê. Ji ber vê yekê ev Newroz jî nîşanî me dide ku di hilbijartinê de emê bi ser bikevin. Em dibêjin Newroz Çarşem e 31'ê Adarê jî dê pêncşem be.    Pîrozbahiya Newrozê bû bersîva li dijî tecridkirina Ocalan  Gel hêrsa xwe ya li dijî tecrîd û qeyûman anî ziman. Me dît ku li dijî tecrîdê îtîrazek mezin heye. Gelê hat qada Newrozê hêzek metin da me. Bersîv da her kesî. Peyam ji bo her kesî şand."    MA / Ozgur Paksoy – Davran Toştaş