HDP, hewl dide piştî 40 salan Cirnê Reş bi rê ve bibe 2019-03-23 09:13:21 RIHA – Ji siyaseta kurd, 40 sal berê Emîne Haciyûsûfoglû, Dûrre Kaya û Sûltan Yavûz bûbûn endamên meclîsa şaredariyê. Niha jî peyrewên wan xwe ji bo rêveberiya şaredariyê amade dikin û hewl didin navçeya ku 40 sal berê bi darbeya leşkerî hatibû xespkirin bi dest bixin.  Siyaseta kurd, 40 sal berê li Cirnê Reş bi jinan bi ser ketibû û heta darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'an 11 mehan li ser kar bû. Wê demê Emîne Haciyûsûfoglû, Dûrre Kaya û Sûltan Yavûz bûbûn endamên meclîsa şaredariyê.   Di salên 1970'yî de li navçeyê Eşîreta Suleymanan ku bi hêla xwe ya muhafazakar û Eşîreta Paydaşan ku bi hêla xwe ya çepgir-lîberal dihatin naskirin li navçeyê serdest bûn. Wê demê tevgera kurd bi Nadîr Temel şaredarî bi dest xistibû, lê belê bi darbeya leşkerî ev rêveberî bi dawî bibû. Piştî darbeyê Şaredar Nadîr Temel û encumen Emîne Haciyûsûfoglû, Dûrre Kaya û Sûltan Yavûz ji peywirê hatibûn dûrxistin û hatibûn girtin.    Lê belê niha tevgera siyasî ya kurd, hewl dide ku piştî 40 salan şûnde Şaredariay Cirnê Reş careke din bi dest bixe. Niha yek ji namzetên HDP'ê yê Cirnê reş jî keça Emîne Haciyûsûfoglû Meral Balter e. Balter, diyar dike ku wê çaxê ew 13 salî bûye û tiştên wê demê qewimîne di bîra wê nne. Balter, bilêv dike ku heta sala 1979'an  Cirnê Reş ji aliyê Eşîreta Suleymanan û Eşîreta Paydaşan ve dihat birêvebirin û navçe di navbera herdu eşîretan de asê mabû.    ‘MODELEKE DEMOKRATÎK HAT AFIRANDIN'    Balter, destnîşan dike di warê aborî û çandî de her du eşîretan tiştek li navçeyê zêde nekiriye û heta ji destê wan hatiye bi zext û zoriyan navçe bi rê ve birine. Balter, destnîşan dike ku modela rêveberiya demokratîk a tevgera kurd bi hilbijartina 1979'an dest pê kiriye.    Balter, bilêv dike ku wê demê piştî ku tevgera kurd şaredarî bi dest xistiye zext û zoriyên li ser gel zêde bûne. Balter, diyar dike ku eşîreta Suleymanan û Bûcakan, bi zext û zorî bi ser gundên ku alîkariya tevgera kurd dikirin diûn û ji ber vê agir bi hin gundan xistine. Balter, tîne ziman ku lê belê tevî hemû zext û zoriyan jî tevgera kurd 11 mehan şaredarî bi awayekî demokratîk bi rê ve biriye û di nav 11 mehan de pirsgirêka av, ceryan û gelek tiştên din hel kiriye û ji bo gelên xizan tev geriyaye.    ‘PIŞTÎ DARBEYÊ ZEXT Û ZORÎ ZÊDE BÛN'    Balter, diyar dike ku piştî 11 mehan şûnde darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê pêk hatiye û piştî darbeyê leşkeran Cirnê Reş dorpêç kiriye û bi hezaran kes binçavkirine. Balter, bilêv dike ku di sala 1979'an de hegemonyaya axayan kêm bûbû, lê belê piştî darbeyê dewletê piştgirî daye wan û ji ber vê zext û zoriyên wan dîsa zêde bûne.    Balter, dıde zanin ku pışti darbeya leşkeri şaredar, encumenên şaredariyê û gelek kes hatine girtin û di dema binçavkirinê de bi awayekî dijwar hatine îşkencekirin. Balter, diyar dike ku wê çaxê dayika wê jî hatiye girtin û wê xistine Girtîgeha Amedê û piştî 6 mehan şûnde hatiye berdan. Balter, bilêv dike ku piştî darbeya leşkerî rêveberî ketiye Suleymanan.    Balter, diyar dike ku ew ê niha şaredariyê careke din bi dest bixin û dibêje: "Belkî karê me pir zehmet be, lê belê wê xwediyên vî bajarî bajarê xwe bi rê ve bibin. Di 40 salan de pir hindik tişt hatin kirin. Em ê bi hêza gel bajar radestî xwediyên wê yên esil bikin." Balter, destnîşan dike ku wexta ew şaredariyê bi dest bixin ew ê pêşî texrîbata hatiye kirin sererast bikin û dibêje: "Em ê tevî jina vê texrîbatê sererast bikin. Çimkî jinên vî bajarî gelek zilm dîtin. Pêşî zilma mêr, paşê zilma eşîretan û herî dawî jî zilma dewletê. Loma ji her kesî bêtir jinên vî bajarî azadî, wekhevî û demokrasiyê dixwazin. Ji ber vê jinên vî bajarî her tiştî heq dikin."    MA / Erdogan Alayumat