ROJEVA 23'YÊ ADARA 2019'AN 2019-03-23 09:00:55 * Jinên kurd, terekeme, azerî û tirk ku xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bi rê ve dibin, gund bi gund, tax bi tax digerin û li deriyê her kesî didin û behsa projeyên HDP'ê dikin.  * Namzetên HDP'ê yên Qelqeliya Wanê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç gotin: "Wê neviyên kesên komkujiya 33 guleyan hesab ji AKP'ê bipirsin."    * Dadgeriya Înfazê ya 1'an a Bûrsayê, qedexeya çûyîna Îmraliyê ya parêzeran dirêj kir. Ji 20'ê Tîrmeha 2016'an heta niha 4 caran carê 6 meh çûyîna parêzeran hatiye qedexekirin.   * Ji siyaseta kurd, 40 sal berê Emîne Haciyûsûfoglû, Dûrre Kaya û Sûltan Yavûz bûbûn endamên meclîsa şaredariyê. Niha jî peyrewên wan xwe ji bo rêveberiya şaredariyê amade dikin û hewl didin navçeya ku 40 sal berê bi darbeya leşkerî hatibû xespkirin bi dest bixin.    * Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek, ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê roja yekşemê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bê pîrozkirin bang li her kesî kir û got: "Wê sibe li Stenbolê bibe roja paşvebirina îktîdara AKP-MHP'ê. Wê roja li ser gelê Stenbolê hiltê hemû Tirkiyeyê germ bike. Em faşîzmê paş ve bixin, tecrîdê bişikînin. Em ê teqez bi ser bikevin."   *Komîteya Amadekar a Newrozê, dê derbarê pîrozbahiyên Newrozê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (10.00)   *Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Osmaniyê, dê li Taxa Yûnûs Emre Cejna Newrozê pîroz bike. (13.00)   * Li navçeyên Beyoglû, Esenler, Beykoz û Kagithane yên Stenbolê, bi çalakiyên cur be cur Cejna Newrozê bên pîroz kirin. (14.00/17.00/19.00)    *Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temllî, dê li navçeyên Ebex û Bêgirî yên Wanê bi gel re bicive û dûre li navçeya Rêya Armûjê beşdarî danasîna projeyên namzetan bibe. (11.00-19.00)   *Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, dê beşdarî mîtîngên navçeyên Hênê û Pîran ên Amedê bibe. (11.00-16.00)   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 730'emîn de, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe dê li Qada Galatasarayê pêk bîne. (12.00)   *Xizmên Windayan û şaxên ÎHD’ê yên Amed û Êlihê, ji bo winda bên dîtin û faîl bên darizandin, çalakiyên rûniştinê li dar bixin. (12.00)    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo girtiyên nexweş bên berdan dê di hefteya 365'emîn de li qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bike. (13.30)   *Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 238'an de dê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide. (14.00)   *Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê dê çalakiya "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" di hefteya 474’an de li Navçeya Konakê ya Îzmîrê berdewam bikin. (13.00)   *HDP, dê li taxa Haleplîbahçe ya navçeya Eyyûbiye ya Rihayê buroya hilbijartinê veke. (20.00)     *Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê, dê 1’emîn Desteya xwe ya Giştî ya Asayî li Otela Demîr pêk bîne. (11.00-17.00)