14 kes hatin girtin 2019-03-22 21:55:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sakarya, Bûrsa, Kocaelî, Mûş û Bedlîsê ji kesên hatin binçavkirin 14 kes jê hatin girtin. Li Mêrsînê jî endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê hat berdan.    Li Kocaeliyê, di 18'ê Adarê de di avêtina ser malan de 12 kes hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî karên li emniyetê sewî edliyeyê hatin kirin. Dadgehê ji kesên hatin binçavkirin 4 kes jê girtin. Her 4 kes ji ber parvekirinên medyaya civakî hatin girtin.  Kocaeli’nde 18 Mart tarihinde yapılan ev baskınlarında gözaltına alınan 12 kişi emniyet ifadeleri alındıktan sonra savcılığa sevk edildi. Tutukluma talebiyle mahkemeye sevk edilen 12 kişiden 4’ü tutuklanarak cezaevine gönderildi. HDP'lilerin telefonlarında seçim mitingine giderken otobüste şarkı söylerkenki videoları ve sosyal medya paylaşımları tutuklamaya gerekçe gösterildi.    Navên kesên hatine girtin ev in: Hevserokê Derice yê HDP’ê Çetîn Macak, Rêveberê HDP’ê yê navçeya Derince Bûrhat Yogûrt, endamên HDP’ê Ahmet Akboga û Saîd Demîrkaya.   SAKARYA   Li Sarikayayê jî Cafer Aydin, Hulya Arabaci, Seyfettîn Çetîn û kesekî ku navê wî nehate zanîn ku di 20’ê Adarê de hatibûn destgîrkirin piştî îfadeyên wan ên li emniyetê û şûnde sewqî dozgeriyê hatin kirin. Cafer Aydin, Hulya Arabaci û kesê navê wî nehate zanîn ên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Seyfetîn Çetîn hate girtin û şandin Girtîgeha Ferîzlî yê.   BÛRSA   Li Bûrsayê ji kesên çedn roj berê hatibûn destgîrkirin 12 jê sewqî edliyeyê hatin kirin û dema destgîrkirina 16 kesan jî dirêj kirin. Ji 12 kesan hunermendê herêmî Îzzet Gul û Denge Îzo hate girtin. Mazlûm Canli, Sûat Akbal, Tûgay Ketmen, Yûnûs Yavûz, Mensûre Dumlayıci, Yunus Akyol, Dogan Teber, Cemal Bozkûrt, Umît Karakaya û Îzzet Işik hatin berdan.   MÊRSÎN   Endamê Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk Mûrat Aydin ê li Mêrsînê 19’ê Adarê di dema xebatên hilbijartinê de hatibû destgîrkirin, piştî karûbarên wî yên li Midûryeta Emniyetê ya Mêrsînê û şûnde sewqî edliyeyê hate kirin. Aydin ê îfadeya wî hate girtin, bi şertê kontrola edlî sewq Dadgeriya Cezayê Sulhê hate kirin û hate berdan.    MÛŞ   Li Mûşê jî 3 kesên çend roj berê di avêtina ser malan de hatibûn destgîrkirin piştî karên li midûriyeta emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dadgehê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û propagandaya rêxistinê" her sê kes girtin.    Navê kesên hatine girtin ev in: Hevserokê HDP'a Kopê yê berê Cevdet Yaşar, Endamê Meclîsa Şaredariya Mazgirtî Îhsan Keklîk û Atîlla ku paşnavê wî nehat hînbûn.    BEDLÎS      Çarşema borî li navenda Bedlîs û Tetwanê Rêvberê HDP'ê Marûf Kartal û Yuksel Ozan, Enver Yavûz jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin. Her sê kes bi heman îdiayê hatin girtin. Li Bajaroka Ovakişla ya Xelatê jî Muhmmet Tûran bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat girtin.