Ji ber broşura HDP'ê xwend ceza lê birîn 2019-03-22 18:08:23   MÛŞ – Hat gotin ku li zarokê ji ber broşura hilbijartinê ya HDP'ê xwendiye, di çarçoveya Qanûna Qebehetan de ceza hatiye birîn.    Li Taxa Zafer a Kopa Mûşê, hat gotin ku zarokê 16 salî yê bi navê C.K. ji ber broşura hilbijartinê ya HDP'ê xwendiye, polîsan pêşî li GBT'ya wî neriye, zarok derb kirine û paşê di çarçoveya "Qanûna Qebehetan" de 320 lîre ceza lê birîne.