Piştî Newrozê 110 kes hatin binçavkirin 2019-03-22 17:34:18   AMED - Piştî pîrozbahiya Newroza Amedê, zarok jî di nav de 110 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Emniyeta Amedê ne.    Piştî pîrozbahiya Newroza Amedê, 110 kes hatin binçavkirin. Piştî girse ji qadê derket polîsan mudaxile kir û kesên binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Amedê. Navê hin kesên hatin binçavkirin ev in: Tenzile İlişer, Şiyar Tam, Fidan Demir, Azize Kalkan, Aygul Kartal, Cahide Çelik, Melek Akman, Şirvan Çetinkaya, Zehra Demir, Asiye Güneyli, Nefide Yaşa, Hatice Sifçik, Çigdem Ay, Ebru Gülen, Hatun İpek, Delal Gergin, Fadile Vural, Mahsun Dere, Rojbin Gurban, Nezihe Şam, Sevgi Yeli, Emine Taş û jina bi navê Gazal ku paşnavê wê nehat hînbûn.