Apê Parlementerê Wanê Sarisaç çû ber dilovaniya xwe 2019-03-22 17:28:21   WAN - Apê Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de çû ber dilovaniya xwe. Gelek kes tev li şînê bûn.    Nûsret Sarisaç, apê Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ku ji 8'ê Adarê de ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, çû ber dilovaniya xwe. Parlementer Sarisaç, tevî Parlementerê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari çû cihê şînê. Wexta Sarisaç çû avahiya HDP'a Artemêtanê gelek kes wî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" pêşwazî kirin.