Serlêdana malbatan a Îmraliyê hat redkirin 2019-03-22 16:37:59 STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bursayê serlêdana hevdîtinê ya malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din red kir.  Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan, Mazlum Dînç bi boneya hevdîtinê bi Ocalan re bikin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana hevdîtinê red kir.    Serdozgeriyê serlêdana hevdîtinê ya malbatên girtî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş ên li Îmraliyê li gel Ocalan tên ragirtin jî red kir.