Çalakgerê grevê û Parlamenterê HDP'ê Temel: Qêrîna Newrozê gihişt her derê 2019-03-22 16:20:06   AMED - Parlamenterê HDP'ê û çalakgerê greva birçîbûnê Tayip Temel, bal kişand ser ruhê Newroza duh û wiha got: “Newroz, qêrîna Leyla Guven, hezaran girtiyên li zindanan bedena xwe dane ber birçîbûnê û qerîna Zulkuf Gezen bû. Ev qerîn û dengê wan gihişt her derê.  Bi sed hezaran gelê Amedê duh li Qada Newrozê bi dirûşmeya “Teqez emê bi ser bikevin, tecrîdê bişkînin" Newroz pîroz kir. Gelek nûnerên rêxistinên demokratîk û civakî yên li dervê bajar û welat jî hatin tev li Newroza Amedê bûn. Li ser wate û peyamên ku di Newroza Amedê de hat dayîn, Parlamenterê HDP'ê Tayip Temel ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 14 rojin di greva birçîbûnê de ye, ji Ajansa Me Mezopotamya (MA) re axivî. Temel, diyar kir ku Newroza îsal qêrîna Zulkuf Gezen bû û wiha got: "Newroza duh dişibiya ruhê Newroza 90’an. Me di Newroza duh de ruhê berxwedanê ya Newroza 90’an a li dijî zilm û qedexeyan dît.  Berxwedana Leyla, Nasir û bi hezaran çalakgerên grevê ku li çar aliyên cîhanê belav bûye bû. Bi sed hezaran bi yek dengî qerîyan û gotin 'Em vê tecrîd, zilm, bê nasname û înkara li ser xwe qebûl nakin' Bi coşa û dengê herî bilind qerîyan. Gel dengê xwe gîhand hemû kesên ku înkar dikin û xwe ker dikin. Hemû kesên ku nexwestin bibhîzin neçar man bibhîzin. Newroza duh dengê Leyla û hezaran kesên  li dijî tecrîdê bedena xwe daye ber birçîbûnê bû. Qerîna Zulkuf Gezen bû.    ‘GREVA BIRÇÎBUNÊ BI NEWROZÊ GIHIŞT ASTA HERÎ JOR'    Temel, destnîşan kir ku li dijî gelê kurd êrîşek topyekûn heye û wiha lê zêde kir: "Bi destê AKP-MHP'ê li ser gelê kurd êrîşek heye. Ji Rojava bigire heta hemû bajarên Kurdistanê ev polîtîka tunekirinê heye. Li dijî hemû nirx û destkeftiyên kurdan polîtîkya înka û îmhayê dîsa di meriyetê de ye. Li dijî vê polîtîkayê Newroza duh berxwedana herî bilind bû. Lûtkeya herî bilind a berxwedana 4 mehên greva birçîbûnê bû. Çalakî bi Newrozê gihişt zîrveyê. Yên ku Kurdistanê înkar dike û tune dihesibîne ev rastî dîtin û bihîstin. Ev deng wan bêzar dike. Her çend xwe ker bikin jî êdî neçar in vî dengî bibhîzin. Xwedî heza ku keran bi guh, koran bi çav bike ye."    ‘NEWROZA BIRYARDAYINÊ BÛ'   Temel, destnîşan kir ku bi milyonan li dijî polîtîkayên înkar û îmhayê bi yek dengî gotin “Em tecrîdê bişkînin" û wiha lê zêde kir: “Ev peyam ji bo her kesî peyalek pir cîddî û girîng bû. Ev peyam dê bibe sedem ku her kes ji nûve xwe li ber çavan derbas bike. Duh hêzên dewletê ji bo tevlêbûna li Tirkiye û Kurdistanê asteng bike serî li hemû rê û rêbazê dan. Lê gel herikî qadê. Qemû qadên Newrozê tip tije kirin. Li dijî tecrîdê bi tevlêbûnek heybet dengê xwe bilind kir. Ji ber vê yekê Newroza 2019'an bû Newroza biryardayîn û nûkirina peymana nû. Newroza 2019'an bû Newroza biryardayînê. Slogana herî bi wate ya li qadê dirûşmeya ‘Em dê tecrîdê bişkînin teqez bi ser bikevin" bû. Ev nîşan dide ku Ocalan ji bo gel çiqas girîn e. Nişan dide  ku tecrîda li Îmraliyê çiqas li ser xwe hîs dikin. Gel nîşan dide ku tecrîda li Îmraliyê bêhiqiya li dijî xwe qebûl dikin."    ‘RENGÊN CUDA HATIN CEM HEV'   Temel, destnîşan kir ku hêzên îtîfaqê di Newrozê de hatin cem hev û wiha got: "Ev Newroz ji bo îtîfaqa hêzên Kurd bû Newrozek dîrokî. Newroza duh mohra xwe li yekîtiya dîrokî da. Qada Newrozê pir rengîn bû. Rengen cuda hatin cem hev. Ziman, nasname û baweriyên cuda anîn cem hev."    RUHÊ NEWROZÊ DIDOME   Temel, herî dawî destnîşan kir ku Newrozê her kes hişyar kir û anî ser hişê xwe û wiha bi dawî kir: "Newroz ruhê yekîtî û tevahiyê bû. Bi qasî ku mohra xwe li hilbijartina 31'ê Adarê bide bi hêz bû. Newroz didome. Di 21'ê Adarê de hat pîrozkirin û bi coşek mezin gihişt milyonan. Ruh, qerîn û berxewdana Newrozê didome. Agirê Newrozê dê heta 31'ê Adarê li ser sindoqên hilbijartinê geş bibe. Ruhê Newrozê ku agir geş kir dê heta 31'ê Adarê geş bibe û qeyûman di sindoqan de defin bike. Ev destpêka serkeftinê bu û serkeftin nêzîk e. Hişyariya Teqez em ê bi ser bikevin dê teqez me bigîne serkeftinê."    MA / Mehmet Şah Oruç