Di êrîşa li dijî qereqola cendirmeyan de eskerek birîndar bû 2019-03-22 15:27:34   AMED – Li dijî qereqola cendirmeyan a Bukardî ya navbera Xarpêt û navçeya Licê êrîş pêk hat. Di êrîşê de eskerek birîndar bû. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku operasyona di 19'ê adarê de di navbera Farqîn, Hazro û Pasûrê de bi dawî bûye.    Şevê din li dijî qereqola cendirmeyan a Bukardî êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de eskerek birîndar bû. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku eskerê birîndar bû bi helîkopterê ji Licê anîn Amedê. Çavkaniyan anîn ziman ku beriya êrîşê li herêmê di 19'ê Adarê de bi tevlêbûna helîkopteran operasyon pêk anîn. Operasyona eskerî ya navbera Pasur, Farqîn û Hazroyê bi dawî bû. Çavkaniyan destnîşan kirin ku gelek cerdevan jî tev li operasyonê bûbûn û di operasyonê de bi ser gelek gund û malan de girtin û piştî lêgerînê gund û malan operasyon bi dawî kirine.