Polîsan êrîşî standa HDP’ê ya hilbijartinê kir: 5 kes binçav kirin 2019-03-22 15:14:18 STENBOL - Polisan êrîşî standa xebatên hilbijatinê ya HDP’ê ya li Kadikoyê danîbû kirin û 5 kes binçav kirin.  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya xebaten hilbijartinê de li Qada Îskele ya Kadikoyê standa hilbijartine danî. Piştî HDP'ê standa danî polîsan mudaxaleyî standê kir û 5 kes binçavkirin. Polîsan ewil bêyî hincet nîşan bidin xwest standê rakin. Lê piştî niqaşan polîsan bêyî hincet stand rakir û 5 kes binçavkirin. Polîsan 5 endamên HDP’ê piştî binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Kadikoyê.   Polîsan duh jî li stenbolê bi ser gelek malan de girtibû û gelek kes binçav kiribûn. Kesên dun hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê. Kesên ku hatin binçavkiri û navê wan zelal bû wiha ne: Bariş Balikçi, Murat Aksak, Bariş Arslan, Dersim Cesur, Sidar Cesur, Omer Kahraman.