Serokên partiyên kurd: Gel xwest tecrîd bê rakirin 2019-03-22 14:55:03   AMED – Serokên partiyên kurd Newroza Amedê nirxandin. Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek got: “Girseyê ji bo rakirina tecrîdê peyama ‘yasayên xwe pêk bînin’ da.” Serokê Giştî yê PDK’ê Sertaç Bucak jî got: “Gel peyama rakirina tecrîdê da.”  Li Amedê duh bi beşdariya sed hezaran kes bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” hat lidarxistin. Pîrozbahiya Newrozê dîmenek ezamet li pey xwe hişt. Nûnerên bi dehan saziyan beşdarî Newrozê bûn. Nûnerên partiyên kurd ên bi HDP’ê re îtîfaqa hilbijartina xwecihî pêk anîn jî beşdarî pîrozbahiyê bûn û xîtabî gel kirin. Serokên partiyan bal kişandin ser yekîtiya neteweyî ya kurd. Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek û Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak der barê pîrozbahiyê de nirxandin kirin.    ‘GEL PEYAM DA TEHDÎTKARAN’    Serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek diyar kir ku Newroz bi coşek mezin pêk hat û got: “Gel ji ber sê sedeman tev li Newrozê bû. Yek îradeya gelê me di bin îpotekê de ye û gel bertek nîşanî vê yekê da. Dido jî girseyê xwest ku tecrîd bê rakirin. Ya sisêyan jî gel ji bo bibe dengê çalakgerên grevê birçîbûnê hat qadê.” Çîftyurek da zanîn ku di Newrozê de peyama yekîtiya neteweyî ya gelê kurd jî hat dayîn û got: “Ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê kurd gavek biçûk hatiye avêtin. Ji bo ev îtîfaqa kurdan wek agirê Newrozê geş û mezin bibe payamê da partiyên kurd. Gel bersiva kesên kurdan tehdît dikin jî da. Qîrîn û hêrsa gel li dijî yên naxwazin hebûna kurdan qebûl bikin bû. Gel bersiv da gotinên tune hesibandina kurd û Kurdistanê.”    ‘BILA DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN DA KU KRÎZ KÛR NEBIN’    Çîftyure anî ziman ku gel bi dirûşmên xwe bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Gelê me carek din daxwaza naskirina nasname, statû û vîna xwe kir. Di Newrozê de gel pir eşkere xwest ku tecrîda li ser Ocalan rabe û daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin. Divê hikumet liv ê yekê baş buhdar bike û daxwazê bîne cih. Lazime krîzên heyî neyên kûrkirin.”    ‘HIKUMETÊ PEYAM GIRT’    Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak jî destnîşan kir gelê kurd di Newrozê de da nîşandan û peyama xwe da ku ji ava kirina îtîfaqa partiyên kurd kêfxweş e û got: “Çanda xwe ya hevpar li pêş ket. Coşa gelê me zêde bû. Tevî zextan jî hêvî û coşa gelê me nikaribûn asteng bikin. Ji bo ev hewa her tim berdewam bike ji destê kî çi tê divê em bikin. Di newrozê de rojevek girîng mijara tecrîdê bû. Girseyê xwest tecrîd bê rakirin. Hikumetê jî vê peyamê baş girtiye.”