'Jinên rawestiya ne' 3 rojin di bin çavan de ne 2019-03-22 12:37:38   AMED – 14 jinên ku bi armanca balê bikişînin ser daxwazên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 135 rojin di greva birçîbûnê de ye û bi hezaran girtiyên di zindanan di çalakiya grevê de ne, "Çalakiya Rawestînê" pêk anîn, 3 rojin di bin çavan de ne.    20'ê Adarê di roja 133'emîn a çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de 14 jinan li semta Ofîsê ya Yenîşehîra Amedê bi armanca balê bikişînin ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û bi hezaran girtiyên siyasî yên li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de nin, "Çalakiya rawestînê" pêk anîn û hatin binçavkirin, 3 rojin di bin çavan de ne. Ji 14 jinên ku di navde Hevseroka DBP'ê ya Amedê Rewşen Karademir, Hevseroka HDP'ê ya Yenîşehîrê Demet Ozkaran, Hevseroka HDP'ê ya Sûrê Sevim Coşkun, Endama Meclîsa HDP'ê Nevriye Çur, Aktîvîsta TJA'yê Safiye Akdag, Remziye Sizici, Ronda Bat, Halime Akyol, Leyla Înal, Ayten Aytin û Ayfer Bakir  jî hebûn bi lêdanê hatibûn binçavkirin 14 jinên ku hatibûn binçavkirin 3 rojin li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên rawestandin.