Hevserokê HDP’ê yê Seyhanê Yalçin hat binçavkirin 2019-03-22 12:31:35   EDENE/ÎZMÎR – Hevserokê HDP’ê yê Seyhanê Hazim Yalçin, hat binçavkirin. Li Îzmîrê jî kesên piştî pîrozbahiya Newrozê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Edenê, Hevserokê Partiya Demokrak a Gelan (HDP) ya Navçeya Seyhan Hazim Yalçin hat binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Yalçin de girtin û binçavkirin.  Yalçin li Midûriyeta Polîsan a Bajêr tê girtin û hinceta binçavkirina wî nehat zanîn.    ÎZMÎR    Li Îzmîrê jî, duh 6 jê zarok 18 kes piştî pîrozbahiyên Newrozê bi hinceta di destên wan de flamayên kesk, sor û zer hebûn û li qadê dirûşme berz kiribûn, hatin binçavkirin. 18 kesên li Miduriyeta Polîsan hatin girtin, piştî îfade dan, shatin berdan.