Girtiyên ji Pirsûsê bang li gelê navçeyê kirin: Emîne Şenyaşar ji bîr nekin 2019-03-22 12:20:13     OSMANIYE - Girtiyên ji Pirsûsê yên di grevên birçîbûnê de, peyam ji gelê navçeyê re şandin û gotin: “Emîne Şenyaşar ji bîr nekin.”    Girtiyên ji navçeya Pirsûs a Rihayê, yên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene, ji gelê navçeyê re peyam şandin û xwestin Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, ji bîr nekin. Sedat Karak û Ahmet Balî yên name nivîsandin, ji gelê Pirsûsê xwestin ku di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de malbata Şenyaşar bînin bîra xwe û wisan herin ser sindoqan.   'EMÊ FAŞÎZMÊ BI AGIRÊ XWE BIKIN XELÎ'   Girtiyan di nameya xwe de ev agahî û peyam dan: “Di 8’ê Çile de 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin û di 1’ê Adarê de jî ev hejmar gehişt 27 kesan. Hemleyeke ku bi pêşengtiya rêheval û wekîla me Leyla Guven hatiye destpêkirin, heye. Em di serîde heval Leyla Guven û hemû rêhevalên xwe yên di hemleya ‘Em tecrîdê bişkinin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ dene silav dikin. Her berxwedanekê bi xwe re qezencek aniye. Emê jî li ber xwe bidin û qezenc bikin. Weke ku di dîrokê de jî heyî, li dijî zilma Dehaqan ev berxwedan teqez dê qezenc bike. Em zarokên agir û rojê, em ê faşîzma AKP û MHP’ê bi agarê xwe bişewitînin û bikin xelî. Em bi biyar û bi hêvîne. Heqîqeta jiyana di riha azadiyê bi cih bûyî, her tim bûye xeta serketinê ye. Bi rihê Newrozê em Newroza hemû gelê xwe pîroz dikin. Em di wê baweriyê dene ku em ê bêdengiya li dijî dehaqan ji holê rakin. Ji ber ku roj ne roja bêdeng mayînê ye.”    ‘GEL DÊ ŞEQAMEK MEZIN LI FAŞÎZMA AKP Û MHP’Ê BIDE’   Karak û Balî, di nameya şandin de ji gelê Pirsûsê xwestin ku Emîne Şenyaşar a hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê xizmên Parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve di hilbijatina 24’ê Hezarîna de hatin kuştin, ji bîr nekin û wiha dawî li nameya xwe anîn: “Em ji bo dayika Emîne silav û heskirinên xwe dişînin. Em baş dizanîn ku gelê Pirsûsê dê di vê hilbijartinê de şeqamek mezin li faşîzma AKP û MHP’ê bidin.”