Newrozê sansur kirin û navê wê kirin ‘Nevruz’ 2019-03-22 11:51:35     STENBOL – Newroza îsal bi beşdariya milyonan kes li gellek nevendan bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” hat pîrozkirin. Medyaya nêzî îktîdarê Newrozê sansûr kir. Rojnameyên wek Cumhuriyetê ku xwe “muxalîf” dide nasîn û hin rojnameyan Newrozê kirin tirkî û bi nûçeyên kin dan.    Li dehan bajarên mîna Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Çewlik, Riha û Îzmîrê û gellek navçeyan bi milyonan girse li qadan Cejna Newrozê pîroz kirin. Cejna Newrozê ji aliyê çapemeniya nêzî îktîdarê ve hat sansûrkirin. Hin rojnameyên “muxalîf” ên wek Cumhuriyetê jî Newrozê kirin “Nevruz” û bi nûçeyên kin cih dan pîrozbahiyan. Agirê Newrozê ya li dijî zilma Dehaq ku ji aliyê Kawayê Hesinkar hat pêxistin 2 hezar û 640 sal li pey xwe hişt. Bi hezarên salane Newroz ji aliyê gellek netewan vê tê pîrozkirin. Newroz ji aliyê kurdan ve bi ruhê aştî, biratî, berxwedan û azadiyê tê pîrozkirin. Ji avabûna Komarê ve heta niha medyaya tirk pîrozbahiya Newrozê li gorî îktîdarê dike nûçe    Medyaya tirk di salên 90’î de cih nedida pîrozbahiyên Newrozê. Heman medya di salên 2000’î de di bin navê “Nevruz” hin nûçeyên kurt çêkirin û nûçeyên Newrozê dîtin. Vê medyaya nêzî îktîdarê di sala 2013’an de bi boneya destpêkirina pêvajoya çareseriyê kirin rojeva xwe ya sereke. Bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê hikumetê ve Newroz jî ji rojeva medya tirk derket.    TECRÎDKIRINA OCALAN MOHRA XWE LI NEWROZÊ DA    Newroza îsal bi beşdariya milyonan bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” hat pîrozkirin. Tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê mohra xwe li pîrozbahiyên Newrozê dan. Di rûpela yekemîn a rojnameyan de cih nedan pîrozbahiyên Newrozê. Rojnameyên alîgiriya îktîdarê dikin daxwaz û girseyên ji milyonan kes pêk dihat ji nedîtî ve hat û xwe li hember Newrozê “kor, kerr û lal” kir. Hin rojnameyan jî bi kurtahî behsa Newrozê kir û navê Newrozê bi peyva “Nevruz” ku kirin tirkî dan.    TENÊ 2 ROJNAMEYAN JI MANŞETÊ DA    Newroza îsal tenê 2 rojnameyan ji manşetê da. Yek ji van rojnameyan Yenî Yaşam bi sernavê “Em ê bi Newrozê bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin (Newroz’la kazanacağız tecridi kıracağız)” derket û Rojnameya Evrenselê jî bi manşeta “Gel got em li vir in(Halk buradayız dedi)” ji xwînerên xwe re hatin hatin parvekirin.    Rojnameya Bîrgunê jî di rûpela ewil de bi sernavê “Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin (Newroz büyük bir coşkuyla kutlandı)” wek nûçeyek kurt da.    CUMHURIYETÊ NEWROZÊ BI TIRKÎ NIVÎSAND    Rojnameya Sozcu jî di rûpela xwe ya ewil de bal kişand ser “Nevruz”a fermî û got: “Tirkiye bi coş Nevruzê pîroz kir (Türkiye Nevruz’u coşkuyla kutladı.)” Rojnameya Guneş jî wiha nivîsand: “Coşa Nevruzê (Nevruz coşkusu.)”  Rojnameya Cumhuriyetê jî got “Nevruzê ji aliyê deh hezaran ve hat pîrozkirin (Nevruz’u on binler kutladı)” û herikîna sed hezaran kes bi nûçeyek kurt da nîşandan.    Rojnameyên din ku alîgiriya hikumetê dikin Newroza ji aliyê milyonan ve hat pîrozkirin ji nedîtî ve hat û di rûpelên xwe yên ewil de cih nedayê.    Rojnameya Turkiye bi manşeta "6 hezar mirov di firinê de şewitandin" û îdîa kir ku Hafis Esad wekî Hîtlerê nû yê Cîhanê mirov di firinê de şewitandine.    Rojnameya Yenî Şafak bi manşeta "Zindî zindî defn kirn" û qet qala newrozê nekir. Yenî Şafak'ê îdîa kir ku PKK'ê li Dêrazorê mirov bi saxî defin kirine.    Rojnameya Akşam jî bi manşeta "Cara Sêyemîn li dijî hilbijêran hemam Kumpas" derket û bal kişand ser hilbijartinê.