Karkerê ji ber zextan ji kar derket: Tekane hincet krîza aboriye 2019-03-22 11:09:38 STENBOL - Savaş Çîçek ê ji ber zextan, neçar ma ku ji kar derkeve, diyar kir ku krîza aborî dibe sedama zextan û got: “Tekane hincet krîza aboriye. Savaş Çîçek ê nêzî 3 mehan di firmayeke xwarinê ya li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê de xebitî û ji ber zextan neçar ma ku ji kar derbikeve, diyar kir ku kardêr ji bo ku ji krîza aborî ya heyî sûdê bigirin, zextan li karkeran dikin.    Çîçek, anî ziman ku wan hilberînek zêde dikirin, lê ligel vê jî rastî zexstan dihan û wiha axivî: “Çend çaran me ev anî ser ziman, lê xemsar nêz bûn û tim tundiya derûnî li me kirin. Midurê şîrketê jî got ‘erê em tundiya derûnî li we dikin û emê vê pêkanîna xwe dewam bikin.’10 karkerên din jî mîna min ji kar derketin. Kardêr sedema zextan, krîza aborî nîşan didin. Meaşê gelek karkeran nedin wan. Karker jî ji bê neçar dimînin ku ji kar derkevin.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ   Çiçek, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em karkerên ji kar derketin, bi Komeleya Rûmet û Kedêre, têkoşîna maf bi rêve dibin. Ji bo ku kardêr ji krîza aborî ya heyî sûdê bigirin, zextan li karkeran dikin. Em bang li karkeran dikin ku werin em bi hevre têkoşîna xwe mezin bikin û li dijî vê kedxwariyê derkevin. Heta ez meaşê xwe bigirim ezê  li ber xwe bidim. Emê sibe saet 15.00’an li ber Caf Grandma ya li Nîşantaşî daxuyanî bibin çapemeniyê. Em banga piştevaniyê dikin.”