‘Strasbourg û Hewlêr jê re bûne berbûk e’ 2019-03-22 10:26:45 AMED – Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û çalakgerên din bi stranan tê ziman. Rojnameger-nivîskar Îkram Balekanî bi strana “Leyla” balê kişand ser greva birçîbûnê ya Guven û çalakgerên din.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven 135 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Guven di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û di 25’ê çile de hat berdan û ji wê rojê ve jî li mala xwe ya li Amedê çalakiya xwe didomîne.    Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 122 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 96 roj, çalakiya koma ewil a girtiyan ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 97 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin di roja 22'emîn de berdewam dike.    Di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Di 8'ê Adarê de parlamenterê HDP'ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê bûn. ÇALAKIYA GUVEN BÛ STRAN Û AWAZ Ji roja çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Guven hat destpêkirin şûn ve gelek stran û helbestên armanc û daxwaza çalakiyê tînin ziman hatin nivîsandin. Gelek hunermendan bi stran û newayên xwe bal dikişînin ser greva birçîbûnê. ‘LEYLA BÛYE BÛK E’    Rojnameger-nivîskar Îkram Balekanî stranek bi navê “Leyla” nivîsand û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û çalakgerên din. Strana ku gotin û muzîka wê Balekanî çekiriye, aranjeya wê jî Memo Gul çêkiriye. Strana hat amadekirin ji aliyê Balekanî ve li ser YouTube hat parvekirin. Balekanî di klîba xwe de wiha dibêje: “Diyarî ji bo Leyla Guven û hemû berxwedêran...”    Di klîbê de wêneyên Guven û çalakgerên din û her wiha wêneyên pêşengên têkoşîna kurdan hatine bicihkirin.   Gotinên strana “Leyla” wiha ne:   “LEYLA   Keçek derket ji Anatolya Navîn berê xwe da Kurdistanê   Digot min sond xwariye bi Qazî Mihemd, Seyîd Riza bi Şêx Seîd û hemû şehîdên li Pîranê   Bi Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş bi şehîdên Cizîra Botan bi hemû şehîdên berxwedanê Em venagerin ji vê dozê, ev e doza Kurdistanê...   Kurdistan pir mezin e Kes nebêje biçûk e Ji Efrinê ta Kerkûkê Tev kolan sûk bi sûk e Xeber dane Amedê Dibêjin Leyla bûk e Strasbourg û Hewlêr Jê re bûne berbûk e   Dîlan dîlan dîlan e Li her derê berxwedan e Leyla keça kurdan e Hevrê ya Ocalan e Keç û xortên welat Zend û bend badane Daxwaziya wan Kurdistan Azadiya Ocalan e   Nebêj zû ye dereng e Ev ne henek e ceng e Ji zîndanan dest pê kir Li cîhanê da deng e Sira azadiyê ceng e Berxwedan reng bi reng e Wê Kurdistan azad be Tev bijîn hemû renge”   Stran li ser vê lînkê tê temaşekirin: https://www.youtube.com/watch?v=LcN1vZWJ0WQ   MA / Bîlal Guldem