HDP, hewl dide li Cirnê Reş tiştê nîvco maye temam bike 2019-03-22 09:08:32   RIHA - HDP, hewl dide careke din li Cirnê Reş bi ser bikeve. Namzetên HDP'ê yên Cirnê Reş, bilêv kirin ku ew ê projeyên nîvco mane temam bikin.  Tevgera kurd, li navçeya Cirnê Reş a Rihayê cara ewil di sala 1979'an de bi ser ket, lê belê piştî darbeya 12'ê Îlonê atle bû. Lê belê niha HDP, hewl dide ku di 31'ê Adarê de careke din li Cirnê Reş bi ser bikeve. Namzetên HDP'ê yên Cirnê Reş Bişar Tuysuz û Meral Balter, destnîşan dikin ku ew ê di 31'ê Adarê de bi ser bikevin û bi xwe bawer in.    Niha navçe ji aliyê malbata Suleymanan ve tê birêvebirin ku ji berê de alîgirên îktîdaran e. Du serdem in AKP, ji malbat Suleymanan Aslan Alî Biyik dike namzet û di vê hilbijartinê de jî careke din kir namzet. Lê belê şêniyên navêeyê ji vê rewşê nerazî ne. Şêniyên Virnê Reş bal dikişînin ser nebaşbûna rêveberiya heyî û diyar dikin ku çi soz hatibin dayîn yek jî pêk nehatiye û AKP, ji dêvla çareseriyê welat ber bi aloziyê ve dibe û loma vê carê tercîha wan cuda ye.    'WÊ HDP BI SER DE BIQULIBÎNE'   Şêniyên navçeyêî ji rêveberiya AKP'ê û pêkanînên wan nerazîne û diyar dikin ku her çend ew serî li şaredariyê didin jî lê belê 15 meh in rêyên navçeyê xirabe ne. Her wiha welatiyên navçeyê, bilêv dikin ku li navçeyê qadên hêşîn û park tune ne û parkên heyî jî ji ber bêxwedîtiyê ji hev de ketine.    Şêniyê navçeyê Mahsûnî Şerîf, bal kişand ser rewşa navçeyê ya ji ber rêveberiya AKP'ê û got: "Eger diziyê mekin, hîle û xurdeyan mekin teqez wê winda bikin."    Welatiyê bi navê Mûzaffer Kabogan jî, diyar dike ku heyecana her hilbijartinê cuda ye, lê belê ya vê hilbijartin pir cuda ye. Kbogan, destnîşan dike ku li navçeyê HDp bûye cihê hêviyê û kesên berê piştgirî didan AKP'ê gelek jê wê di vê hilbijartinê de piştgiriyê bidin HDP'ê. Kabogan dibêje: "3 sal in li welat bêdengiyek mezin heye. Lê di demên dawî de em dibînin ku ev bêdengî ji holê radibe. Hîn jî mirov diqilqil in, lê belê hêdî hdî fikrên xwe tînin ziman." Kabogan, diyar dike ku ew ciwanek e navçeyê ye û dixwaze li navçeyê navendên çandê, qadên hêşîn hebin û ji bo ciwanan qadên îstihdamê bên avakirin.    JIN JÎ BÊZAR BÛNE    Li navçeyê, şaredariya heyî ji bo jinan hema bêje tu tişt nekirine. Jinên navçeyê ku piranî jê newêrin ên axivîn jî dibêjin: "Êdî em ji vê şaredariyê adiz bûn. Em ê dengê xwe bidin partiya ku bi kêrî me bê."    ‘DAXWAZÊN GEL JI BO ME FERMAN IN'    Namzetê HDP'ê Bişar Tuysuz, destnîşan dike ku daxwazên gel ji bo wan ferman e û ew ê projeyên xwe hemûyan tevî gel pêk bînin. Tuysuz, bilêv dike ji pêşvebirina çandinî û sewalvaniyê bigire,heta qadên îstihdamê gelek projeyên wan hene lê belê ew evan tiştan wek weadan aşkere nakin. Tuysuz, diyar dike ku herêm di warê avgerman de dewlemend e û ew ê van çavkaniyan bi kar bînin û deriyê navçeyê li turîzmê vebikin. Tuysuz, destnîşan dike ku ew ê bikin ku mirov bi rihetî karibin li navçeyê bijîn.    ‘WÊ CIRNÊ REŞ BIBE BAJARÊ JINAN'    Namzeta HDP'ê Meral Balter jî, destnîşan dike niha li Cirnê Reş ne jin ne jî keda jinê tê dîtin û wexta ew dest bi xebatan bikin ew ê pêşî hewl bidin ku keda jinê xuyangtir bibe û ew ê jinan daxilî rêveberiya şaredariyê bikin. Balter, bilêv dike ku ew ê ji bo jinan bazaran vebikin, ji bo zarokan qadên lîstikan çêbikin, kreşan û navendên jinê ava bikin. Balter, diyar dike ku wexta ew bi ser bikevin dizanin gelek kar li pêşiya wan e, lê belê ew tevî jinan karê xwe bikin.    MA / Erdogan Alayumat