Ji Sêrtê bang li hilbijêrên livdar kirin: Bi dengekî pir tişt diguherin 2019-03-22 09:04:27 SÊRT - Parlementerên HDP'ê û namzetên Şaredariya Sêrtê, bang li hilbijêrên livdar kirin ku di 31'ê Adarê de dengê xwe bi kar bînin û gotin: "Bi dengekî pir tişt diguherin."  Ji hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê re 9 roj man. Parlementerên HDP'ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş û Sidik Taş û namzetên HDP'ê yên Şaredariya Sêrtê Berîvan Helen Işik û Resûl Kaçar, bang li welatiyên ku dengê wan li Sêrtê ne kirin.    BEŞTAŞ: JI BO ŞANDINA QEYÛMAN    Parlementer Meral Daniş Beştaş, bi bîr xist ku ji hilbijartina 31'ê Adarê re pir hindik maye û got: "Di 31'ê Adarê de ji bo em qeyûman bişînin û bi awayekî xurt bersivê bidin, divê hûn dengê xwe bi kar bînin. Di 31'ê Adarê de hemû sêrtiyan vedixwînim Sêrtê. Em di 31'ê Adarê de dengê xwe bi kar bînin. Ji bîr nekin, dengên me rûmeta me ne. Sêrt ya me ye."    Parlementer Sidik Taş jî, xwest hilbijêrên ji Sêrtê ne û li derveyî bajêr in di 31'ê Adarê de bên Sêrtê û got: "Bila dengê xwe bi xwe re bînin. Çimkî dengek jî ji bo me dengek e. Daxwaza me ew e ku gelê me di 31'ê Adarê de bê Sêrtê. Sêrt a me ye."    KAÇAR: EM XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN    Namzetê HDP'ê yê Şaredariya Sêrtê Resûl Kaçar jî got: "Di 31'ê Adarê de em li benda sêrtiyên li derveyî bajêr in. Di 31'ê Adarê de divê her kes xwedî li dengê xwe û vîna xwe derkeve. Ji bo me dengek jî pir girîng e. Em ê di 31'ê Adarê de bersiveke baş bidin. Sêrt, a me ye. Şaredarî, a me ye."    IŞIK: BI DENGEKÎ PIR TIŞT DIGUHERIN    Namzeta HDP'ê ya Şaredariya Sêrtê Berîvan Helen Işik jî got: "Sêrtiyên hêja, bi dengekî pir tişt diguherin. Em dikarên bi dengekî bajarekî, navçeyekê biguherînin. Werin xwedî li dengên xwe derkevin."    MA / Omer Akin