Ji bo Newroza Stenbolê bang kirin: Em tecrîdê bişikînin 2019-03-22 09:02:42 STENBOL - Wê li Stenbolê, Newroz di 24'ê Adarê de bê pîrozkirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo Newrozê bang li her kesî kirin û gotin: "Em bi ruhê 8'ê Adarê li qada Newrozê bên cem hev û li dijî faşîzmê li ber xwe bidin û tecrîdê bişikînin."  Wê îsal li Setnbolê Newrozê di 24'ê Adarê de bi dirûşmeya "Em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişikînin" li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bê pîrozkirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo Newrozê bang li her kesî kirin.    ‘EM BIBIN DENGÊ BERXWEDÊRAN'    Endama MYK'ê ya SYKP'ê Fatma Tûgcû, diyar kir ku Newroza îsal ji bo grevên birçîbûnê pir girîng e û got: "Çalakiyên greva birçîbûnê, berxwedan li dijî faşîzmê mezin dike. Divê em jî bi awayekî gur agirê Newrozê vêxin û bibin bersiv. Wê bi agirê Newrozê, gel bi awayekî aştiyane û azad bijîn. Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û ji bo em dengê xwe li dengê wan zêde bikin Newroz pir girîng e. Em di 24'ê Adarê de bang li hemû gelan dikin ku em bibin dengê berxwedêrên grevên birçîbûnê."    Hevserokê Giştî yê Malên Gel Nûrî Gunay jî got: "Em baş dizanin gelên li Rojhilata Navîn û welatê me dikarin bi awayekî aştiyane, wekhev û bi biratî bi hev re bijîn û em ji bo vê têdikoşin. Daxwaza gelê kurd û gelên din a ji bo aştî û wekheviyê, divê bi şer neyê tunekirin. Her wiha divê daxwaza Leyla Guven û girtiyan jî neyê binpêkirin. Ne mirin wê jiyan, ne şer wê aştî bi ser bikeve. Hêvîdar im Newroza 2019'an bibe mizgîna aştî, jiyan, welhevî û azadiyê."    'EM LI BENDA HEMÛ JINA NE'    Endama Kolektîfa Keda Jinê Yasemîn Yilmaz jî, destnîşan kir ku ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe û got: "Berî mirin çêbibin divê hin gav bên avêtin. Wekî Leyla Guven gotî, em jin em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo aştî, jiyan û azadiyê bernedin û em ê li ber xwe bidin." Yilmaz, hemû jinan vexwand pîrozbahiya Newrozê.    Endama Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) Ezgî Bahçecî jî destnîşan kir ku Newroza îsal Newrozeke watedar û girîng e û got: "Wê çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guvenê hatin destpêkirin, wê agirê berxwedê yê gelên me gur bike. Ji bo em berxwedanê bilind bikin û bibin dengê Leyla Guven û girtiyan, em her kesî di 24'ê Adarê de vedixwînin pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Bazarê ya Bakirkoyê."    ‘EM BERXWEDANÊ BILIND BIKIN'    Endama Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Denîz Çokgul jî bang li her kesî kir ku di 24'ê Adarê de li Qada Bazarê ya Bakirkoyê bin. Çokgul got: "Çawa ku duh Kawayê HEsinkar li dijî zorbetiyê agirê Newrozê li xwe lefand, Leyla Guven, Zulkuf Gezen jî bi agir ji bo civakê dibin ronahî. Em bi ruhê 8'ê Adarê li qada Newrozê bên cem hev û li dijî faşîzmê li ber xwe bidin û tecrîdê bişikînin."