Bi deh hezaran kes ber bi Newroza Îzmîrê ve herikîn 2019-03-21 19:52:45     ÎZMÎR / MÛGLA - Li Qada Gundogdûyê, bi deh hezaran kes tev li mîtînga HDP'ê bûn. Parlementer Feleknas Ûca, destnîşan kir ku ew ê tecrîdê bişikînin û Hevserdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî got: "Em ê di 31'ê Adarê de bersivê bidin kesên ku kurdan nahesibînin."    HDP'a Îzmîrê, bi dirûşmeya "Em ê bi ser bikevin, em ê tecrîdê bişikînin" li Qada Gundogdûyê mîtîngek li dar xist. Bi deh hezaran kes tev li mîtîngê bûn. Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Parlementera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, endamên sendîkayan, Dayikên Aştiyê, akedemîsyen û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li mîtîngê bûn.    Ji navçeyên Konak, Bayrakli, Bûca û Taxa Kadîfekaleyê jinên ciwan û zilam bi kincên xwe yên rengîn hatin qadê. Li qadê dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Li dijî faşîzmê mil bidin milê hevdu", "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Em li vir in" hatin berzkirin. Bernamey bi rêzgirtinê, li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" dest pê kir. Paşê parlementer û xwişka Zekiye Alkan ku di Newrozê de li ser sûrên Amedê agir berdabû bedena xwe, agirê Newrozê pêxistin.    DAYIKÊN AŞTIYÊ: HETA AŞTÎ ÇÊNEBE EM Ê LI BER XWE BIDIN    Di mîtîngê de Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê derket ser dike û girse silav kir. Dayika Aştiyê Melehat Kuçukay got: "Niha em li vira bi hezaran e, heta aştî çênebe em ê li ber xwe bidin."    KEMALBAY: EM DIXWAZIN XWE BI XWE BI RÊ VE BIBIN    Parlementer Serpîl Kemalbay jî got: "Em li her derê ne. Em dixwazin gelên Tirkiyeyê bi hev re bijîn. Em dixwazin xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin. Em gelên Tirkiyeyê, Kurdistanê ne, em gel in. Hin kes ji ber têkoşîna me adiz dibin, lê em ji vira careke din bang wan dikin; em ê hîn bêtir we adiz bikin."    UCA: EM Ê TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN    Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî, destnîşan kir ku Newroz, berxwedana Zulkuf Gezen û Leyla Guven e û got: "Em soz didin em ê di 31'ê Adarê de pêşî tecrîdê bişikînin. Niha li pêş me 10 roj hene. Divê em di vî 10 rojî de bi şev û biroj bixebitin. Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê birûxînin."    KOÇYÎGÎT: EM Ê DI 31'Ê ADARÊ DE BERSIVAN WAN BIDIN   Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî, pêşî Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de silav kir û got: "Dîroka Newrozê nîşan dide ku eger em li ber xwe bidin em ê bi ser bikevin." Koçyîgît, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya di navbera 2013-2015'an de û got: "Lê maseyê qulibandin. Dibe, hûn wek talûkeyekê nêzî aştiyê bibin. Lê belê ji bo me wekî nan û avê ye. We canê bi hezaran mirovî êşand, bi hezaran kes girtin. Çi bû? Ma em teslîm bûn? Ma me çok danî? Na. Ne me çok danî, ne jî em teslîm bûn û ne jî em qediyan. Niha çalakiyên greva birçîbûnê hene. Lê Wezîrê Dadê yê vî welatî gavekê jî navêje. Ji ber tecrîd bi dawî nebû, hevalê me Zulkuf Guven jiyana xwe feda kir. Em wî bi rêzgirî bi bîr tînin. Em ji vira careke din bang dikin; ev rê ne tu rê ye. Eger Wezareta Dadê gav navêje wê jiyana bi hezaran hevalê me têkeve talûkeyê. Lê me soz daye hevalên xwe, divê ew bijîn. Em ê di 31'ê Adarê de soza xw ebi cih bînin." Koçyîgît destnîşan kir ku ew ê di 31'ê Adarê de bersivê bidin kesên ku kurdan nahesibînin.    ‘CEJNA TE PÎROZ BE BIRÊZ OCALAN'    Herî dawî Koçyîgît got: "Di serî de Birêz Ocalan û hevalên girtîgehî û gelê me, Newroz we pîroz be."    Çalakî bi stranên Diljen Ronî bi dawî bû.    MÛGLA   Her wiha HDP'a Mûglayê jî tevî HDP'a Bodrûmê Newroz pîroz kir. Bi hezaran kes li Cihê Bazarê yê Gumbetê ji bo Newrozê hatin gel hev. Li qadê gelek kesan alayên HDP'ê û wêneyên Leyla Guvenê hilgirtin.    Di pîrozbahiyê de Parlementerê HDP'ê Mûrat Çepnî axivî. Çepnî, destnîşan kir ku ew ê di 31'ê Adarê de koalîsyona AKP-MHP'ê têk bibin û wê sala 2019'an bibe sala serketinê.   Pîrozbahî bi muzşk û govendê bi dawî bû.