Bûldan, çû serdana malbata Gezen û Leyla Guven 2019-03-21 19:07:33   AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, çû serdana malbata Zulkuf Gezen û Leyla Guven. Bûldan ji Guvenê re got: "Em ê di hilbijartinê de bi ser bikevin. Em ê piştî hilbijartinê xurtir bibin û di sindoqan de hêzdartir bibin."    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, piştî pîrozbahiya Newroza Amedê çû serdana malbata Zulkuf Gezen ku li Girtîgeha Jimar 2'yan a Tîpa T a Tekirdagê ji bo tcerîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan protesto bike dawî li jiyana xwe anîbû. Bûldan, dayika Havva Gezenê hemêz kir û sersaxî xwest.    ‘EM Ê BI SER BIKEVIN'    Paşê Bûldan, çû mala Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê 134 roj in di greva birçîbûnê de ye. Bûldan û Guvenê sohbet kirin û Bûldanê got: "Em ê di hilbijartinê de bi ser bikevin. Em ê piştî hilbijartinê xurtir bibin û di sindoqan de hêzdartir bibin."