Daxwaza girtina polîsê Kurkut kuşt red kirin 2017-11-09 18:23:27       AMED – Dadgehê daxwaza parêzeran a girtina polîsê kujer Y.Ş. yê Kemal Kurkut li Qada Newrozê kuşt red kir.    Polîs Y.Ş. di 21'ê Adarê de li qada Newrozê xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut ê nîv tazî bi îdîaya "bombeya zindî ye" kuşt. Piştî doz hat vekirin der barê polîsê kujer Y.Ş. de biryara darizandina serbest hat dayîn. Li ser vê yekê Parêzera malbata Kurkut, Reyhan Yalçindag, bi guman ku dê delîlan winda bike û bireve ji bo girtina bersûc Y.Ş. ji 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê xwest ku polîsê kujer Y.Ş. bê girtin. Dadgehê îtiraza Yalçindagê nirxand û bi yekdengî girtina polîsê bersûc red kir.   POLÎSAN LI BER ÇAVÊ ROJNAMEGERAN KEMAL KURKUT KUŞT    Kemal Korkut ê di 21'ê Adarê de ji bo pîrozkirina Newrozê ji Meletiyê hatibû Amedê, li ser Kolana Evrîm Alataş a diçe Parka Newrozê bi guleya polîs jiyana xwe ji dest dabû. Waliyê Amedê yê wê demê Huseyîn Aksoy Korkut wekî "Bombeya zindî" dabû nîşan.    Piştî kuştina Kurkut, ewil qedexeya weşandina nûçeyan dan, piştre jî biryara veşartina dosyaye dan. Dadgeha Sulh Ceza, li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Amedê, têkildarî lêpirsîna doza kuştina Kemal Kurkut, biryara veşartina dosyayê da. Piştî Kemal Kurkut hat kuştin, 7 meh şûnde der barê polîsê kujer de doz hat vekirin. Tevî ku dozger der barê polîsê kujer, Y.Ş ku serbest tê darizandin de cezaye muebetê dixwaze jî polîs serbest tê darizandin. Parêzera malbata Kurkut, Prz. Reyhan Yalçındag, bi sedema ku polîsê kujer Y.Ş serbest tê darizandin, serî li dadgehê dabû û xwestibû girtî bê darizandin.