‘Berî ku mirin çêbibin bila her kes têbikoşe' 2019-03-21 18:29:36   ÊLIH – Xizmên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de di pîrozbahiya Newroza Êlihê de axivîn û destnîşan kirin ku ji bo mirin çênebin, divê her kes bitêkoşe.    Li Êlihê, bi beşdarbûyîna bi deh hezaran Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de parlementerên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Necdet Îpekyuz û Mehmet Ruştu Tiryakî û namzetên şaredariyê û Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Piştî agirê Newrozê hat pêxistin, girse bi yek dengî dirûşmeya "Bijî berwedana zindanan" berz kirin.    PANKARTA ZULKUF GEZEN    Di pîrozbahiya Newrozê de, ciwanan pankarta ku wêneyê Zulkuf Gezen ku li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Tekirdagê ji bo tecrîda li Îmraliyê protesto bike dawî li jiyana xwe anî daliqandin.    Her wiha di dema pîrozbahiyê de girse dem bi dem dirûşmeya "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin.    'WÊ TÊKOŞÎNA WAN BI SER BIKEVE'   Di pîrozbahiyê de Dayika Aştiyê Şukran Sîncar axivî û got: "Em ji Êlihê heta Hewlêrê, ji Hewlêrê heta Îmraliyê Newrozê pîroz dikin. Êdî em naxwazin leşker, gerîla û polîs bimirin. Ji bo kes nemire em ê bitêkoşin."    Li ser navê xizmên windayan Afiye Bîtmen jî axivî û destnîşan kir ku ji bo êdî kes nemire divê her kes bitêkoşe. Bîtmen, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Wê têkoşîna wan bi ser bikeve. Belkî hin kes ji wan vê serketinê nebînin, lê wê serketin bi ser bikeve."    'DIVÊ EM BITÊKOŞIN'    Parlementera HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku wê tecrîd bê şikandin û got: "Wê gelê me di 31'ê Adarê de hesabê van pêkanînan bipirse."    Parlementer Necdet Îpekyuz jî, anî ziman ku îtifaqa AKp-MHP'ê têk diçe û wê gelê kurd û hêzên demokrasiyê bi ser bikevin.    Parlementer Mehmet Ruştu Tiryakî jî anî ziman ku ew ê heta dawiyê aştiyê bilêv bikin. Tiryakî bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Belkî me nikaribû rê li ber mirina Zulkuf bigire, lê em dikarin çalakgerên greva birçîbûnê xelas bikin. Divê em ji bo vê bitêkoşin."