Malbata Zulkuf agirê Newroza Amedê geş kir 2019-03-21 14:05:40   AMED - Newroza Amedê ya bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” bi tevlêbûna sed hezaran tê pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi pêxistina agir dest pê kir. Malbata Zulkuf Gezen ê li Girtîgeha Tekîrdagê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk anî agirê Newrozê pêxist.    Newroza Amedê ya bi şîara “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişikînin” ku bi sed hezaran kes tev lê bûye bi coşek mezin tê pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna di azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dane û pêxistina agir dest pê kir. Bi deh hezaran kesên li qadê di kêliya rêzgirtinê de dirûşma “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Malbata Zulkuf Gezen ê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê çalakî pêk anî, agirê Newrozê pêxist û Newroz geş kirin. Dema malbatê agir pêxist bi sed hezaran dirûşmeya “Leyla Guven rumeta me ye," “Bijî berxwedana zindanan” û “Zulkuf Gezen nemir e" berz kirin.