Pîrozbahiya Newroza Çewligê bi astengiya polîsan dest pê kir 2019-03-21 13:56:48   ÇEWLÎK -  Pîrozbahiya Newroza li Çewligê li Taxa Sarayê bi beşdariya bi hezaran kesî dest pê kir. Hunermendên ku ji bo tevlêbûna pîrozbahiyê hatibûn bajêr, hatin astengkirin.   Pîrozbahiya li Çewlîkê li taxa Sarayê bi tevlêbûna hezaran kesan dest pê kir. Hunermend Mizgîn Tahir û koma wê dema ku ji bo pîrozbahiyê ji Amedê dihatin Çewligê, li benda kontrolê ya Dara Hênê hatin sekinandin. Bilind Şakir bi hinceta ku ‘ji Sûriyeyê’ ye 707 lîra cezayê pere lê hate birîn. Wesayîta ku wê hunermend bianiya Çewligê jî hezar û 450 lîra cezayê pere lê hate birîn. Destûr nehate dayîn ku wesayîta hunermendan û Bilind Şakir têkevin Çewligê û ew vegerandin Amedê. Hunermend Mizgîn Tahir jî bi wesayîteke din ji Dara Hênê hate Çewligê.