Gelê Nisêbîn û Mîdyadê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin 2019-03-21 12:07:37   MÊRDÎN - Gelê Nisêbîn û Midyadê bi tevlêbûna deh hezaran dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Li qadên Newrozê bê navber dirûşmeyen "Bijî berxwedana zîndanan" berz dikin.    Li navçeyên Nisêbîn û Mîdyadê yên Mêrdînê bi tevlêbûna deh hezaran welatiyan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Bi hezaran kesên li qada Newrozê kom bûn bi coşek mezin dirûşmeya "Bijî Berxwedana Zindanan" berz dikin û li dora muzîkê govendê digerînin.    Bi deh hezaran gelê Nisêbînê li Qada Cegerxwîn kom bûn û dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Di saetên serê sibê de kom bi kom herikin qada Newrozê. Tevî ku hemû qad ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçkirin gel hatin qadê û di 2 nokteyên lêgerînê re derbasî qadê bûn. Qada newrozê bi alên rengîn xemilandin û li dikê pankarta mezin a "Em ê teqez bi ser bikevin" Newroz pîroz be" û "Ji 8'ê Adarê heta Newrozê ji bo Azadiyê em li Qadan in" û "Bi ruhê Kawayê Hesinkar Em Newrozê piroz dikin" vekirin. Bi hezaran gelê Nisêbînê yên qad tije kirin bi cilên xwe yên neteweyî qad xemilandin û coşek mezin ava kirin.  Bi hezaran welatiyên bi cilên xweyên rengîn li nokteya lêgerînê kom bûn piştî bi saetan li ber deriyê lêgerînê rawestiyan derbasî qadê bûn û li qadê coş zêde bû. Yên nokteya lêgerînê derbas dikin nîşaneyên serkeftinê bilind dikin û bi dirûşmeyan derbasî qadê dibin. Herîkîna qadê ya bi kom bi kom berdewam dike. Li qada ku coş di asta herî jor de ye bê navber dirûşmeyên "Biji Newroz" "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Biji berxwedana zîndanan" berz dikin.    LI MIDYADÊ COŞA HEMAN GELAN YEK E   Li navçeya Mîdyatê ku cihê nasname û çandên cuda ye jî bi coşek mezin û tevlêbûnek mezin Newroz tê pîrozkirin. Gelê Midyadê di saetên serê sibê de herikin qada Newrozê ya Otogarê. Herikîna qadê ya bi coş berdewam dike. li qada Newrozê pankartên bi tirkî, kurdî, suryanî û erebî balê dikişînin. Gelên ku bi nasname û candên xwe yên cuda li hev kom bûne bi heman coş û kelecanê Newrozê piroz dikin. Bi hezaran kurd, ereb, suryan, mehelmî diherikin qadê. Pîrozbahî bi axaftinan didome.