Gelê Wanê li dijî terîdê diherike qada Newrozê 2019-03-21 11:40:20   WAN - Gelê Wanê li dijî tecrîdê diherike qada Newrozê ya tenişta Keleha Wanê. Bi deh hezaran welatiyên Wanê di saetên sibehê de ji gelek tax û kolanên Wanê kom bi kom ber bi qada Newrozê ve meşiyan û herikîn Qada newrozê ya Keleha Wanê. Girseya ku kom bi kom diherikin qadê dirûşmeyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berz dikin. Komîteya Amadekar a Newrozê li benda girseyek dirokî ye.    Rêxistina HDP'ê û îtîfaqên partiyên kurdan îro li li Aydin, Bodrum, Çanakkale, Şirnex, Amed, Wan, Cizîr, Nisêbîn, Mîdyad, Êlih, Tetwan, Qereqoçan, Pirsûs, Gever, Dîlok, Îzmîr, Antalya, Edene, Mêrsîn, Manîsa, Cihanbeylî, Bursa, Hatay, Agirî, Silopî mîtingê Newrozê pêk bîne. Îsal Newroz bi şîara "Teqez emê bi ser bikevin" Newrozê pîroz dikin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dê tev li mitinga Newroza Wanê ya li Qada Newrozê ya Parka tenişta Keleha Wanê tê pîrozkirin. Li bendê ye ku Newroza Dîrokî li Wanê bê pîrozkirin. Ji niha de bi deh hezaran gelên Wanê ji tax û kolanan kom bi bom diherikin Qada Newrozê. Qada Newrozê ji niha de ji aliyê deh hezaran ve tije bû. Bi deh hezaran gelê Wanê bi cilên xwe yên rengîn diherikin qadê. Qada Newrozê jî bi al, nepox û pankartên rengo reng hatiye xemiland. Ji ber ku qada Newrozê bi bariyeran hatiye girtin ji du nokteyan ve gel dikevin Qadê. Li nokteyên polîsan gel yek bi yek li lêgerînê re derbas dibe. Polis rengên kesk, sor û zer desteser dikin. Lê disa qada Newrozê bi rengên zindî geş dibe. Jinan bi kras û fîstanên xwe û zilaman jî bi şal û şapikên xwe qad rengandine. Xwendekarên ku bi cilên xwe yên dibistanê hatin qadê, polîsan bi sedena ji 18 salî biçûktir e nexistin Qada Newrozê.  Bi hezaran welatiyên daketin qadê govendê digerînin û pankartên "Em ê teqez bi ser bikevin", "Newroz pîroz be"  vekirn. Seyarfiroşan jî xwarina li malê amade kirine hatine li qadê difiroşin.    Polîsan bi qasî demek dirêj bi sedema karta zer tune xebatkarên çapemeniyê rawestandin.b    Girseya li qadê kom bûye bê navber dirûşmeya "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxedana zindana" berz dikin.