Qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin 2019-03-21 11:03:08   ENQERE - Serbestiya propandayê ya ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dabû diyarkirin û qedexeyên hilbijartinê îro dest pê kir.   Serbestiya propandayê ya ku YSK'ê ji bo hilijartina xwecih a 31'ê Adarê diyar kiribû û qedexeyên hilbijartinê îro dest pê kir. Partiyên siyasî û namzetên serbixwe yên ku wê bikevin hilbijartinê, heta ku dema propagandaya hilbijartinê biqede, di çapemaniya nivîskî de, bi rêya îlan û reklaman, bi vekirina malperan, devkî, nivîskî û dîtbarî wê bikaribin propagandayê bikin. Li gorî teqwîma YSK'ê serbestiya propandayê û hin qedexe yên ku îro dest pê kriin 30'ê Adarê seat 18.00'an wê biqede.