HDP: Bila 21'ê Adarê bibe betlana Cejna Newrozê 2019-03-21 10:44:02   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, daxwaza guhertina qanûnê da meclîsê û xwest 21'ê Adarê bibe betlana Cejna Newrozê.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmirê Serpil Kemalbay, daxwaza guhertina qanûnê da meclîsê û xwest 21'ê Adarê bibe betlana Cejna Newrozê.  Kemalbay, diyar kir ku Newroz di serî de ji aliyê gelê Kurd û milyanan gelê Rojhilata Navîn ve tê pîrozkirin û di serî de ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn Newroz rojek nû ye û xwest 21'ê Adarê bibe betlana Cejna Newrozê.