Ji QSD’ê mizgîniya Newrozê: Serdestiya DAÎŞ’ê ya li ser axê bi dawî bû 2019-03-21 10:21:50   DERA ZOR – QSD'ê, diyar kir ku hebûna DAIŞ'ê ya li gundê Baxozê bi dabî bûye û mizgîniya Newrozê da gelê Cîhanê. QSD'ê destnîşan kir ku serdestiya DAÎŞ’ê ya axê bi dawî bûye.    Hêzên/Quweta Sûriyeya Demokratîk (QSD), diyar kir ku operasyona bi navê “Pêngava Bagera Cizîrê" ku li Gundê Baxozê yê Dera Zor dabûn destpêkirin bi dawî bûye û DAIŞ bi temamî ji ser axê paqij kirine. QSD, destnişan kir ku hemû axa Rojhilat û Bakûrê Sûriye ku DAIŞ'ê dagir kiribû bi temamî ji destê DAİŞ’ê rizgar bûye û hebûna DAIŞ'ê ya li ser axê bi temamî xelas bûye. Operasyona ku di 18'ê Îlona 2018’an de dest pê kiribû îro bi dawî bû.  QSD'ê da zanîn ku di operasyonê de bi temamî 30 hezar endam û malbatên endamên DAÎŞ'ê teslîmî wan bûn.