Rojnameger Semra Turan wê li midûriyeta polîsan îfade bide 2019-03-21 09:56:32   ENQERE - Rojnameger Tûran a çû Midûriyeta Polîsan a Dersimê kameraya xwe bistîne, bi hinceta li Enqereyê îfadeya wê heye binçav kirin û birin Enqereyê. Midûriyeta Polisan a Enqere dê îro îfadya wê bigire.    Duh midûriyeta polîsan a Dersimê ji bo kameraya xwe bigire bangî nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Semra Tûran kirin. Turan a çû miduriyetê hat binçavkirin û birin Enqerê.  Tûran di 6’ê Adarê de li Dersimê hatibû binçavkirin û piştî hatibû berdan polîsan dest danîbû ser kameraya wê û li edliyê hatibû berdan. Polîsan di 20'e Adarê de. ji bo kameraya xwe bigire, bangî wê kirin.  Rojnameger Tûran ji bo kameraya xwe bigire, saet 10.00’an de çû Miduriyeta Polîsan a Dersimê, lê polîsan bi hinceta li Enqerê derbarê wê de lêpirsîn hatiye vekirin, Turan binçavkirin û birin Enqerê. Rojnameger Turan û kesên di heman rojê de li Enqereyê hatin binçavkirin Adnan Vural,  Gulser Kiliç, Îsmet Meydan, Mehmet Sıddik Akin, Mustafa Karabudak û Belgizar Sazak dê îro li Midûriyeta polîsan a Enqereyê îfade bidin.