Girtiyên zêdetirî 20 sal in girtîne: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike 2019-03-21 08:46:49 ENQERE - Ayten Gulsun û Besê Ozer, ji girtîgehê nameyek şandin. Di nameyê de diyar kirin ku heta tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike.  Ayten Gulsun û Besê Ozer, ji Girtîgeha Jina ya Gebzeyê der barê çalakiyên greva birçîbûnê de nameyek şandin. Ayten Gulsun, di sala 1979'an de li Sasona Êlihê hatiye dinê û di sala 1999'an de hatiye girtin. 36 sal ceza li Gulsunê hatiye birîn û niha 96 roj in di greva birçîbûnê de ye.    HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE...'    Gulsun di nameya xwe de dibêje: "Têkşikandina tecrîdê, tê wateya aştî û azadiyê. Tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan, hem aştiyê hem jî azadiyê asteng dike. Tê wateya tecrîdkirina têkoşîna azadiyê û daxwazên rewa ya gelê kurd. Pir aşkere ye ku bi tecrîdkirina rêberê me, qeyd û bend li lêgerîna ji bo demokrasiyê hatine girêdan. Loma bedêl çi dibe bila bibe, divê ev tecrîd bi dawî bibe. Eger tecrîdkirina Rêberê me bi dawî bibe ez ê çalakiyê xwe bi dawî bikim. Wekî din ez bi dawî nakin.    Em bi awayekî aşkere bang li raya giştî dikin. Çapemeniya Tirkiyeyê xwe li guhnedêriyê datîne. Em baş dizanin gelê kurd ji bo vê rewşê bi hestiyarî tev digere, lê belê divê ev tevger veguhere enerjiyeke pozîtîf. Daxwaza me ya mafdar gelê tirk û kurd eleqedar dike. Em li bendê ne ku li dor vê daxwazê hîn bêtir bibin xelek. Bi taybetî jî rêxistinên civaka sivîl û siyasî, divê rola xwe bilîzin. Peywira wan ew e ku daxwaza mafdar a gel veguherînin sînerjiyekê. Astengî çi dibin bila bibin divê em dengê xwe bilind bikin. Têkşikandina tecrîdê tê wateya bidawîbûna aloziyê. Em bi bedena xwe dengê xwe radigînin, bilindkirina vî dengî jî peywira we ye."    Besê Ozer jî di sala 1996'an de li Licêya Amedê ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye binçavkirin û cezayê muebetê lê hatiye birîn. 23 sal in di girtîgehê de ye û niha jî ji 26'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye.    'EGER TECRÎD BI DAWÎ BIBE EZ Ê DEV JI ÇALAKIYA XWE BERDIM'   Ozer, di nameya xwe de, diyar dike ku ji bo fêmkirina pergala tecrîdê ya li Îmraliyyê, pêşî divê mirov Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rastiya rêbertiyê fêm bike û dibêje: "Ji bo min, ji bo me Rêbertî tenê ne mirovek e. Rêbertî, bi rasteqîniya gel û dîroka têkoşînê, pesend kiriye ku rastiya rêbertiyê gelî dîrok, welat, jin û mirovahî bixwe ye. Tecrîda niha, tecrîdkirina van nirxan, vê rastî û heqîqetê ye. Ev di warê felsefe û civakê de jî wisa ye."    Ozer di berdewamiya nameya xwe de wiha dibêje: "Tecrîd, ji hêla siyasî ve pir tê nirxandin, nivîsandin û xêzkirin. Lê belê niha tişta girîng ew e ku pêngava 'Em tecrîdê bişîkînin, faşîzmê birûxînin, Kurdistanê azad bikin' bê fêmkirin." Ozer, di nameya xwe de bilêv dike ku eger gelek ji tecrîdê re nebêje "Na", "Êdî bes e" wê ne berxwedana wî gelî xurt bibe ne jî wê tecrîd bişikê û dibêje: "A rast berxwedan ew e ku divê pêşî em li xwe, li civakê û rêbertiya xwe xwedî derkevin. Ancax bi vî awayî zilam zaliman dikare bê şikandin."    Ozer dibêje: "Eger tecrîd bi dawî bibe, rêberê me bi parêzer, wasî û malbata xwe re hevdîtinê çêbike, em ê dev ji çalakiya xwe berdin. Ez bang li gelê me yê welatparêz dikim, hûn dikarin vê berxwedana me bi ser bixin. Wê xwedîderketina we ya li zarokên xwe, li hevalên xwe vê pêvajoyê diyar bike."