Teknîkerê biçûk ê otobêsa hilbijartinê 2019-03-21 08:46:31 STENBOL - Yûsûf Baranê 12 sal î, dawiya hefteyê di otobêsa hilbijartinê ya HDP'ê de dixebite. Teknîka otobêsê emanetî wî ye.  Yûsûf Baranê 12 salî, di dawiya hefteyê de li otobêsa hilbijartinê ya HDP'ê dixebite. Baran, ji Erziromê ye û li Stenbolê li navçeya Esenyûrtê rûdinê. Di dawiya hefteyê de serê sibehê zû radibe û diçe li otobêsa hilbijartinê bi cih dibe. Teknîka otobêsê emanetî wî ye.    Baran, dema muzîkên hilbijartinê eyar dike û ji xeynî vê bi gelek tiştên teknîkî jî eleqedar dibe.   Baran, qet ji cem malzemeyên teknîkî veneaqete û dema otobês bi rê dikeve ji kêfa derdikeve ser otobêsê û girseyê temaşe dike.    XIZIRÊ ROJNAMEVANA    Kî li otobêsê siwar bibe Baran alîkariya wan dike û herî zêde jî alîkariya rojnamevann dike. Rojnamevan makîneyên xwe û amûrên xwe yên din emanetî wî dikin.    ‘JI BO PARTIYA XWE'    Yûsûf Baran, diyar dike ku ew dawiya hefteyê li otobêsa hilbijartinê dixebite û di xebatên vekirina buroyên hilbijartinê de cih digire. Baran dibêje: "Ji bo alîkariya partiya xwe bikim têm."    Her wiha wexta Baran, li buroyên hilbijartinê çav li zarokên hevtemenên xwe dikeve kêfxweş dibe û dibêje: "Dixwazim HDP bi ser bikeve."    Baran, diyar dike ku ew ji karê teknîkê pir hez dike û dibêje: "Wexta mezin bibim dixwazim bibin endeyarê înşeatê."    MA / Necla Demir