Namzetê CHP'ê yê Toroslarê: Li cem min cihêkarî tune ye 2019-03-21 08:46:10 MÊRSÎN – Namzetê CHP'ê yê Şaredariya Toroslarê Suleyman Dalkiliç, anî ziman ku ew li benda piştgiriya her kesî ne û got: "Ez kurd im û dixwazim gelê me piştgiriyê bide min. Her kes xwişk û birayên min e. Li cem min cihêkarî tune ye."  Namzetê CHP'ê yê navçeua Toroslar a Mêrsînê Suleyman Dalkiliç, xwest her kes piştgiriyê bidê. Dalkiliç ji bo navçeya Toroslarê got: "Bi salan e li navçeya Toroslarê dijîm. Loma baş hay ji pirsgirêkên navçeyê heme. Min li cihê cih ev pirsgirêk tespîtkirin. Wê projeya min a herî mezin pêdiviyên gel bin. Em ê li gor awayê jiyana gel xizmetê bikin."    Dalkiliç, diyar kir ku namzetiya wî heyecanek li gel peyda kiriye û got: "Dizanim, ez ê bi rihetî bi ser bikevim. Hedefa min 100 hezar deng in."    'EZ JÎ KURD IM'    Dalkiliç, diyar kir ku ew jî kurd e û li navçeya Toroslarê hejmara kurda zêde ye û got: "Ez kurd im û dixwazim gelê me piştgiriyê bide min. Dizanim, gelê kurd li benda xizmetê ye. Ez jî li benda piştgiriya gelê xwe me. Doza dengê wan dikim. Înşelleh ez ê li Toroslarê 100 hezar dengî bigirim. Li cem min cihêkariya nasname û nîjadî tune ye. Her kes xwişk û birayên min e. Ez di vê çarçoveyê de xebatên xwe dikim. Li cem min cihêkarî tune ye."     MA / Ergîn Çaglar